Parlamentoya Îranê ji bo Tengava Hurmuzê amadekariya qanûnê dike
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Îranê ji bo ewlekarî û rêvebirina Tengava Hurmuzê pêşnûmeqanûneke nû xist rojeva xwe.
Parlamentoya Îranê ji bo ewlekarî û rêvebirina Tengava Hurmuzê pêşnûmeqanûneke nû xist rojeva xwe. Serokê Komîsyona Ewlekariya Neteweyî ya Meclisa Îranê Îbrahîm Azîzî ragihand ku pêşnûmeqanûna bi sernavê "Ji bo ewlekariya Tengava Hurmuzê û Kendava Basrayê û pêşvebirina wê bi dewamî; çalakiya stratejîk" pêşkêşî parlamentê hatiye kirin. Li ser naveroka pêşnûmeyê û dema nirxandina wê agahî nehate parvekirin.
JI DYA'YÊ ÊRIŞA ŞEVA SÊYEMÎN
Artêşa DYA'yê diyar kir ku di şeva sêyemîn de li dijî Îranê li pey hev êrişên hewayî hatin kirin. Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) ragihand ku di serî de Bûşehr û Bender Abbas êriş li ser hedefên leşkerî yên li başûrê Îranê hat kirin.
Hat gotin ku di nava hedefan de sîstemên parasina peravî, navendên fuze û balafirên bêmirov û hêzên deryayî hebûn.
Çapemeniya Îranê jî ragihand ku li nêzî Bender Abbasê dengê teqînan hate bihîstin.
RAGEŞIYA LI KENDAVÊ MEZIN DBE
Muxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku wan li navendên leşkerî yên DYA'yê yên li Bahreynê xistine û li Bahreynê sîrenên êrişa hewayî jinûve ketin dewrê.
Îmaratê jî got ku Îranê bi fuzeyan li 2 tankerên wan ên petrolê yên li Tengava Hurmuzê xistiye û di encamê de ji personelên keştiyan welatiyekî Hindistanê jiyana xwe ji dest da.
Artêşa Urdunê jî diyar kir ku çar fuzeyên ji Îranê hatin avêtin li qada hewayî hatin bêbandorkirin.
TRUMP: LIHEVKIRIN HÎN PÊKAN E
Serokê DYA'yê Donald Trump anî ziman ku li gel êrişên dewam dikin, lihevkirinek bi Îranê re pêkan e. Trump diyar kir ku li gel vê yekê wê dorpêça deryayî ya li ser bendergehên Îranê jinûve bixin meriyetê.