Rêxistinên sosyalîst: Divê teqez em vê pêvajoyê civakî bikin 2025-06-26 09:59:35 MÊRSÎN - Nûnerên rêxistinên sosyalîst ên li Mêrsînê diyar kirin ku divê sosyalîst teqez vê pêvajoya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd civakî bikin.    Nûnerên rêxistinên sosyalist ên li Mêrsînê, bal kişandin ser pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dest pê kirî û diyar kirin ku divê ji raboriyê ders bên derxistin û divê pêvaoya nû bi tifaqeke civakî ve pêk bê. Berdevkê Tevgera 78’iyan a Mêrsînê Nejdet Kiliç, diyar kir ku pêvajo hem hêvî û hem jî fikar ji bo civakê çêkiriye. Kiliç, pêşniyara Abdullah Ocalan a civaka demokratîk, biratiya gelan, pêkvejiyana bi xwişk-biratî û hemwelatiyeke wekhev wek “fikrek biqîmet” nirxand û wiha axivî: “Em wek kesên sosyalîst, şoreşger, demokrat divê teqez pêvajoyê xurt bikin û civakî bikin.”   Kiliç, destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e herwiha ji bo sosyalîst, şoreşger û kesên pêşverû ne û diyar kir ku divê pêvajo civakî bibe. Kiliç, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "PKK’ê xwe fesix kir, divê dewleta Komara Tirkiyeyê di vê mijarê de gav biavêje. Divê bombebaran neyên kirin. Kesên ku van pevçûnan bixwazin helbet dê derkevin, divê ev pevçûn tavilê bên rawestandin û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin. Avakirina civaka demokratîk, divê bi me hemûyan, bi hêzên demokrasiyê ve pêk bê. Hûn hem dibêjin ‘Pêvajoya aştiyê’ û hem jî bombebaranû mirin didome. Em vê yekê qebûl nakin, ev ne helwesteke rast e. Dê pêşî li provokasyonan vebike. Ji ber vê divê ev hevdîtinên aştiyê wekî ku rêzdar Ocalan jî dibêje li Meclisê bi rêyên hiqûqî bê çareserkirin."     ‘BERPIRSIYARIYÊN XWE BI CIH NAYÎNIN’   Cîgira Serokê Desteye Rêvebir a Komeleya 68’iyan a li Mêrsînê Fîgen Kandemîr jî diyar kir ku bêbaweriya bi pêvajoyê di nava sosyalîstan de xurt e û wiha domand: "Divê bi baldarî tev bigerin, cîhaneke nû tê avakirin. Berê sînor dihatin xêzkirin, êdî nexşeya cîhanê ya derî sînoran tê xêzkirin. Êdî nexşeyek ji aliyên hêzên emperyalîst ve hatiye çêkirin heye. Dema em li vê nexşeyê dinêrin, em rewşa Efxenistan, Pakistan, Lubnan, Iraq, Sûriyeyê û niha jî geşedanên Îranê dibînin. Di vê nexşeya nû de rewşa Tirkiyeyê girîng e. Pergaleke desthilat li cîhanê serdest e. Pergala şer serdest e. Em ji vê rewşa cîhanê pir ne dûr in. Ev pêvajo ji yên din cudatir e. Ji ber wê em bi hêvî bûn ji bo gavavêtina dewletê lê hêj gaveke nehatiye avêtin.”   Fîgen Kandemîrê diyar kir ku deweletê gaveke şênber neavêtiye û ev yek di civakê de bêhêvî çêkiriye. Herwiha Fîgen Kandemîrê destnîşan kir ku weke sosyalîst dê şopdarê vê pêvajoyê bin û axaftina xwe wiha domand: “Têkoşîna aştî, demokrasiyê û kedê. Dê ev hîmên têkoşîna me bin. Bêyî şert û merc divê dewlet pêşiya ked, demokrasiyê vebike û êdî gav biavêje.”   ‘BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’   Damezrînerê Rêvebirê Şoreşgerên Lîseyî (Dev-Lîs) a ku di sala 1974’an de hatibû damezrandin Îhsan Derînoz diyar kir ku têkoşîna Kurd gîhaştiye qonaxeke girîng û di têkoşîna wan de bedelên giran hatine dayin. Derînoz, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Axa Tirkiyeyê axa me hemûyan e. Ji bo demokrasiyê û komareke demokratik berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Bila dewlet û her kes perpirsiyariya xwe bi cih bîne. Lewre ev pirsgirêk me hemûyan eleqedar dike.”    ‘EM JI BO WELAT Û DAHATÛYÊ TEVBIGERIN'   Sekreter Şaxa Mêrsînê ya Sendîqayên Teqawid ên 2021’an Sidika Gunduz, diyar kir ku pêvajoya di rojevê de ye hêj ne zelal e û ji ber wê civak bi fikar e. Sidika Gunduz, ev tişt anî ziman: "Em welateke demokratîk dixwazin. Aramanca me ew e ku em dixwazin awayeke mirovî bijîn. Bila dayik negrîn, leşker an gerîla am naxwazin kesek bimire. Divê pêvajo baş birêve biçe ger ev pêvajo biserbikeve dê destkeftiyên me zede bin.”    MA / Abdûlkadîr Ayten