Şaredariya Amedê dê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî li dar bixe

Paylaş:

AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, bernameya çalakiyan li dar bixe. 

 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi munebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî îsal bernameyek rêzeçalakiyan amade kir. Mudiriyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî dê di navbera 10, 15 û 17’ê Gulanê de rêzeçalakiyan li dar bixe.