KOM Muzîkê têkildarî îdiayên Mem Ararat daxuyanî da
Kolektîfa Çêkeriya ya KOM Muzîkê der barê îdiayên Mem Ararat de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku derbarê mijara navborî de jî saziya wan beriya niha gelek caran hewl daye ku zemîneke hevdîtinê biafirîne û wiha hate gotin: “Mijar divê bi rêya diyalogê, di çarçoveya heq, hiqûq û kedê de bê nirxandin. Ev daxuyanîyên tên dayîn ne rast in. Ji destpêkê ve em vê yekê dibêjin û diparêzin; divê em bi dilmayînên takekesî û bi şîroveyên li ser medyaya dîjîtal tevnegerin; bi berpirsiyariyên dualî tevbigerin..”
- 18:32
Li Îzmîrê geşedanên Rojhilata Navîn û civaka demokratik hate gotûbêjkirin
Yuksel Genç di panela ku ji aliyê DEM Partiyê ya Îzmîrê ve hat lidarxistin de axivî û got: “Me digot şerê sed salî bi dawî bû, Rojhilata Navîn ji nû ve tê sêwirandin û di vê mijarê de planeke bi navendîbûna Amerîka-Îsraîlê heye. ”
- 17:57
Li Cizîrê lîstika Hawarê hate nîşandan
Lîstika nû ya Ayhan Erkmen a bi navê "Hawar", ku ev salan e xebatên çîrokbêjî û şanoyê dike, li Cizîra warê Mîr Celadet Alî Bedirxan hat nîşandan.
- 17:28
Kesên di Gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
MEBYA-DER'ê û Komeleya 78’'an, kesên di têkoşîna azadiyê de di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.
- 16:04
Îranê dest danî ser mal û mikên 129 welatiyên din jî
Îranê, li Ûrmiyeyê dest danî ser mal û milkên 129 kesên din jî.
- 15:46
28 ciwanên li Çiyayê Bêzarê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
28 ciwanên ku piraniya wan xwendekarên dersxaneyê bûn û di sala 1994'an de li Çiyayê Bêzarê di bombebarana hewayî de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Nûnerê MEBYA-DER'ê yê Semsûrê Kemal Taştan got: "Em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê."
- 15:37
MEBYA-DER'ê li Bazîdê damezrandin xwe ragihand
MEBYA-DER'ê bi 1'emîn Kongreya Asayî li Bazidê damezrandina xwe ragihand.
- 15:23
Dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya futbol û voleybolê bê lidarxistin
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê, dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixe.
- 15:11
Sempozyûma Kurdî bi rexne û pêşniyazan bi dawî bû
Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê 3'yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî li dar xist. Lêkolînerê hiqûqê Azad Weledbegî ku di rûniştina dawî ya sempozyûmê de axivî, diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê bazirganiyê ku li pêş bikeve.
- 15:04
Kamaç: Ji bilî yekitiya neteweyî tu çareyeke din tune ye
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç ku li Edeneyê beşdarî civîna gel bû, got: "Ji bilî yekitiya neteweyî tu çareyeke din tune. Divê hemû beşên civakê di bin sîwana yekitiyê de werin cem hev."
- 14:42
Di Hefteya Windayan de daxwaza aqûbeta windayan û bidawîanîna polîtîkaya bêcezatiyê
Di daxuyaniyên ku bi boneya Hefteya Windayan hatine dayîn de, daxwaza eşkerekirina aqûbeta kesên ku di binçavan de winda bûne û bidawîanîna polîtîkaya bêcezatiyê hat kirin.
- 14:25
Di şewata li şantiyeyê de karker mir
Li Mereşê li şantiyeya înşeatekê şewat çêbû. Di şewatê de karker jiyana xwe ji dest da û 6 karker jî birîndar bûn.
- 13:22
Li Çelê qeza çêbû: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
Li Çelê piştî wesayîta kesên ku ji dawetê vedigeriyan li bariyeran qelibî, ajovan Şervan Ozdemîr jiyana xwe ji dest da û 3 kes jş birîndar bûn.
- 13:05
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk konferansa xwe ya li Stenbolê li dar xist
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” konferansa Stenbolê ya rêveberiyên xwecihî li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku ji bo pêvajoyê wan gelek civîn li dar xistine û got: “Di demên dawiyê de me xwe gihand 500 hezar kesan. Gel ji pêvajoyê bawer e, lê ji ber ku dewlet gav navêje gel ji ji dewletê bawer nake.”
- 12:58
Kanên komirê yên Bolunmez ê AKP'î Çemê Nêrdûşê qirêj dikin
Kanên komirê yên endamê AKP'ê Suleyman Bolunmez, Çemê Nêrdûşê ku ji quntarên Çiyayê Cûdî diherike, qirêj dikin.
- 10:21
Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara 168'emîn a Kovara Jinê bi sernavê "Ji Rizgariya Jinan Ber Bi Civakeke Demokratîk ve" hat weşandin.
- 09:48
Bîrsen Atakan: Hebûna pêvajoyê hêviyê dide
Ayşe Betul Çelîk: Aştiya ku neyê civakîkirin mayinde nabe
Ayşe Betul Çelîk a ku bal kişand ser giringiya berfirehî û giştgiriya pêvajoyên aştiyê û got: "Pêvajoyên aştiyê yên ku neyên civakîkirin mayinde nabin." Parêzer Bîrsen Atakan jî diyar kir ku divê pêvajo bi şefafî were meşandin û destnîşan kir ku "Hebûna pêvajoyeke wiha hêviyê dide."
- 09:28
Malbata Îkram Mîhyaz ê ku berî 31 salan hat qetilkirin: Em edaletê dixwazin
Malbata Îkram Mîhyaz ê ku berî 31 salan di bin çavan de hat qetilkirin, diyar kir ku ew daxwaza aşkerakirina kujeran û dabînkirina edaletê dikin.
- 09:15
Ji koordînatorên forûmê Salman: Eleqe pir xurt bû
Omer Salman ku yek ji koordînatorên Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, diyar kir ku "Zemînên bi vî rengî, zemînên destpêka diyalogê ne."
- 09:14
Raportor Şehla Mihemmedî: Li Îranê gel rûbirûyî du şeran e DOSYA 6
Raportora "Li Îranê ji cînayetên namûsê re DAWÎ" û rojnamevan Şehla Mihemmedî diyar kir ku gelê Îranê hem rastî êrişên DYA-Îsraîlê hem jî rastî êrişên rejîmê tê û destnîşan kir ku piştî şer, di girtîgehan de û di nava malbatê de binpêkirinên giran rû didin.
- 09:09
Forûm bi konsera pirzimanî bi dawî bû
Di çarçoveya Forûma Aştî û Azadiya Civakî de konsera pirzimaniyê ya bi navê ‘Dengên Bîrê: Di Muzîka Kurd, Bask, Îrlandî û Kalabriyayî de Şîn, Berxwedan û Hêvî’ hat lidarxistin.
- 23:47 16
Li Amedê hezaran kes ji bo aştiyê meşiyan: Gava ewil statuya Abdullah Ocalan e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di meşa “Gavek ji bo Aştiyê” ya Amedê de axivî û gavên ku ji bo statuya Abdullah Ocalan anî ziman.
- 23:20 16
DEM Partiyê li gelek bajaran meş li dar xist: Gavên şênber biavêjin
Li gelek bajaran li pêşengiya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Gavek ji bo aştiyê” meş hate lidarxistin û di daxuyaniyên meşê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
- 21:34 16