WAN - Dihat payin ku beriya meha Remezanê di bazara li Taxa Xaçortê ya Wanê hatibû danîn de esnaf ticareteke baş bikin. Lê ji ber krîza aborî û bêkariyê, esnaf nikarin tiştên xwe bifiroşin. Esnafan got: “Ji bo aboriyê, ji bilî aştiyê tu rêyên çareseriyê nînin.”
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê bi sala ye didome û her ku diçe kûrtir dibe. Ji ber krîza aborî hêza kirînê kêm dibe û ev jî bandoreke neyînî li esnafan dike. Li ser dezgehên bazarê bihayê her tiştekî zêde bûye û esnaf, ji ber ku nikarin malê xwe bifiroşin, bi gilî û gazinc in. Bazarvanên dezgehên xwe di bazara li TAxa Xaçor a Wanê danîn, nerazîbûna xwe anî ziman.
DI BAZARÊ DE TIŞTAN BI GRAMAN DIFIROŞIN
Mucahît Şeker ku li bajarê Wanê ku bêkarî lê zêdeye alav û amûrên ji Îranê anî li bazarê difiroşe, got: “Di demên berê de heke gel ji sûkê danûstandin nekiribûya jî dihatin bazarê û tiştên li gorî xwe peyda dikir. Lê niha bazar jî biha ye û kesek tiştekî nakire. Cihên Kurd lê dijîn bêkar tên hiştin. Êdî çareyekê bo me nahêlin. Van bi zanebûn dikin. Carnan li vir bêyî ku tu tiştekî bifiroşin diçin mala xwe. Miletê ku di demê berê de tişt bi kîloyan dikirî, niha bi graman dikire. Em dixwazin ev rewş êdî biguhere. Ez li vir kesên birçî diçin malê û birçî radizên nas dikim.”
Şeker, got ku hejmara endamên malbata wan kêm e lewma bi zor û zehmet jî debara xwe dikin û ev tişt anî ziman: “Malbatên hejmara wan zêde ye nikarin debara xwe bikin. Mûçeyekî kêmtirîn bi têrî debara malbatekê nake.”
‘ZEBZE NAYÊN FIROTIN LEWMA DIRIZIN’
Ji esnafên zebzeyan Mîthat Altnak jî got: “Min li vê derê dezgeh vekiriye lê çi karê wê nîne. Xelk tenê lê dinêre û diçe. Nikarin bikirin û ji ber ku em nikarin bifiroşin, di destê me de dimînin. Gelek zebze di destê me de dirizin. Ji ber ku bi xelkê re pere tune ye. Heke em li budçeya kesên li vê bazarê binêrin, heke kekem bikire bo bacanê pereyê wî namîne. Ji roja xwe dizanim heta niha li bazarê dezgehê vedikim. Karê me her sal zehmettir dibe. Ne dikarim tiştekî bifiroşim ne jî bikêr dikarin zebzeyan bikirin.”
'HETA AŞTÎ NEBE ABORÎ BAŞ NABE’
Yaşar Işik, daxuyand ku bi saetan li ber sermayê disekine û ev tişt anî ziman: “Her hefteyê ji bo tiştan zem tê kirin. Heke ez bikirim jî nikarim bifiroşim. Di destê min de dimîne û dirize. Li Tirkiyeyê krîz heye lê krîza li herêmên Kurdan cuda ye. Kesên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn qet nebe dema dixebitin dikarin debara xwe bikin. Lê li vir kar nîne û gel nikare debara xwe bike. Dema min ji ewil dest bi karê bazarê kirî, min bi 300 lîreyan wesayîteke tije tişt dikirî lê niha bi 13 hezar lîreyan nikarim nîviya wesayîtê tije bikim. Ji bilî aştiyê tu çareseriyên ji bo aboriyê nînin. Bila zikê me birçî be lê bila aştî bibe. Li vî welatî em ji ewil aştiyê dixwazin. Ji ber ku heke hizûr nebe aborî jî baş nabe.”
DAXWAZA VEGERA GUND
Hakki Alic jî destnîşan kir ku bêyî tiştekî bifiroşe vedigere mala xwe û got: “Piştî her zema bo mazotê tê kirin, zebzefiroş bêhtir zirarê dikin. Bi sala ye vî karî dikim û dema ji ewil min dest pê kirî bazar gelek xweş bû. Me bi kîloyan zebze difirot. Dezgeha me tu caran tije nedima. Lê em niha nikarin nîviya zebzeyê ser dezgehê jî bifiroşin. Dewlet dibêje qey bo mûçeyan zem dike lê du qet zêdetirî wê ji bo mazot, zebze û xurekan zemê dike. Heke aştî bibe, em ê vegerin gundên xwe û dê zebze û fêkiyên xwe bi xwe biçînin. Wê demê her kes dikare bide cîranên xwe jî. Ji ber aştî nîne lewma nikarin biçin gundên xwe. Em tiştan ji derve dikirin lewma biha dibe. Xelk ji gundan hate derxistin lewma sewalvanî û cotkarî tune dibe.”