Dê mamosteyên mexdûrê mulaqatê di 14'ê Hezîranê li Enqereyê bicivin

Parve bike:

ÎZMÎR - Nûnerê Îzmîrê yê Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet Hasan Koroglû, diyar kir ku mamosteyên ku ji ber mexdûrbûna pêvajoya mulaqatê neçar mane ku di sektora taybet de bixebitin, rastî binpêkirinên girîng ên mafan tên.

 
Pirsgirêkên avanîsaziyê yên di sektora perwerdehiyê ya welêt de hem mamosteyên ku li benda tayînkirinê ne û hem jî yên ku di sektora taybet de dixebitin, her ku diçe bêtir neçar dike ku bi şert û mercên dijwartir re rû bi rû bimînin. Bi hezaran namzedên mamostetiyê ku diyar dikin ji ber pergala mulaqatê ya di tayînkirina mamosteyan de tê sepandin, mafên wan hatiye binpêkirin, daxwaza liyaqatê û wekheviyê dikin.
 
Nûnerê Îzmîrê yê Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet Hasan Koroglû, der barê pirsgirêkên mamosteyên sektora taybet û kesên ku mexdûrbûna pêvajoya mulaqatê ne nirxandin kir.
 
Koroglû li ser navê Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet axivî û diyar kir ku ew bi awayekî çalak li çareseriyan digerin ji bo her pirsgirêkek têkildarî perwerdehiyê li Tirkiyeyê û got ku ew ji bo bicihanîna sozên ku ji bo hezar û 611 mamosteyên ku di pêvajoya mulaqatê de mexdûr bûne têdikoşin. Koroglû ragihand ku ew ê di 14'ê Hezîranê de bi mamosteyên ku ji mulaqatê bandor bûne re biçin Enqereyê û got: "Em dixwazin sozên ku ji hêla Wezareta Perwerdehiya Neteweyî û Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ve hatine dayîn, di pêvajoyeke ku ji sala borî ve berdewam dike de werin bicihanîn. Hevkarên me yên ku di pêvajoya mulaqatê de mexdûr bûne bi hemû wezaretan, serokên partiyan û parlamenteran re civiyan. Hemûyan got, 'Hûn rast dibêjin, ev xelet e.' Lê wan di mulaqatê de puanên 40 dan kesên ku di azmûna nivîskî de 90-95 puan girtine. Ev neheqiyeke mezin e. Ger hûn tiştekî pîvanbar dixwazin, hûn hewce ne ku azmûnên nivîskî yên objektîf wekî pîvanekê bi kar bînin."
 
'EM DIXWAZIN MAMOSTETÎ BIJÎ'
 
Koroglû diyar kir ku mamoste di dibistan û qursên taybet de bi mûçeyên herî kêm ên di bin standardê de tên xebitandin û beşek ji van mûçeyan naqît tên dayîn. Koroglû wiha domand: "Mixabin, mamostetî bûye pîşeyeke kêmnirx. Em dixwazin mamostetî bijî, em dixwazin perwerde bijî. Ji ber vê yekê di 14'ê Hezîranê de heya em encamekê bi dest nexin em ê venegerin. Divê em mafê xwe yê mûçeya bingehîn, peymanên xwe yên yeksalî û pêkanînên mobbingê yên li dibistanan rave bikin û ji bo van pirsgirêkan çareseriyan bibînin. Îro, tevahiya jiyan û kariyera pîşeyî ya mamosteyekî/ê di destê çend kesan de ye. Ev nikare bi vî awayî berdewam bike."