Dema berhevkirina mişmişên Qaqizmanê dest pê kir VÎDEO NÛÇE

Parve bike:

QERS - Dema berhevkirina mişmişên Qaqizmanê dest pê kir. 

 
Li navçeya Qaqizman a Qersê, dema berhevkirina mişmişan dest pê kir. Ji ber şert û mercên hewayê yên îsal, gihandina mişmişan hinekî bi derengî ket û bi vê re berhemdarî jî kêm bû. Lê dîsa jî mişmişên Qaqizman û Îdirê yên bi tahma xwe balê dikişînin, hem li bajêr hem jî li bajarên derdorê balê dikişîne. 
 
Ji ber ku îsal mişmiş kêm in, fiyetê wan bi dilê hilberşneran e. Mişmişên Qaqizmanê yên ji ber şert û mercên avhewayê yên Hewzeya Arasê bi tahma xwe balê dikişînin, yek ji jêderên debarê yên girîng ên bajêr in.