Sînamegerên Kurd: Pirsgirêk hene lêbelê îradeya me ya çareseriyê jî heye

Parve bike:

AMED - Kedkarên sînamaya Kurd ên ku li Amedê li hev civiyan, anîn ziman ku bi têkoşîna kolektîf derfetên nû derketine holê û gotin: “Pirsgirêk hene lêbelê îradeya me ya çareseriyê jî heye.”

 
Li Amedê di 4-5’ê Tîrmehê de bi mazûvaniya Akademiya Sînema ya Rojhilata Navîn, Komxebata Sînamaya Kurd hat lidarxist. Komxebata ku derhêner, lîstikvan, sernarîst û çêker hatin cem hev biryara damezirandina Înîsîyatîfa Sînamegerên Kurd hat dayîn. Komxebata ku du rojan berdewam kir, mijarên sansu, fînans, pirsgirêkên hilberînê û kêmasî hatin gotûbêjkirin.
 
Di komxebatê de encama herî girîng ew e ku êdî sînamegerên Kurdê dê di di bin sîwanekî de xebatên kolektîf bikin û sînamegerên Kurd, dê bi komîsyona ku hilbijartine ve di serdema nû de xebatên sazûmaniyê bikin.
 
 
‘BERPIRSIYARIYA ME HEYE’
 
Sînamger Elmas Bîngol a ku beşdarî komxebatê bû, destnîşan kir ku di xebata du rojavan pirsgirêk pênase kirine û di heman demê têjildarî çareseriya pirsgirêkê jî nîqaş hatine kirin û fikir hatine pêşkêşkirin û wiha axivî: “Wek sînamegerên Kurd, em rastî mekanîzmayên zextê, sansurê û pirsgirêkên cidî ku êdî saziyên me nikaribin hilberînê bikin tên. Ev êdî roj bi roj girantir dibin, bi krîza aboriyê ve kûrtir fdibin. Divê em van pirsgirêkan çareser biin û berpirsiyariya me heye ku em fîlmên di xeyalên xwe pêk bînin.” 
 
Elman Bîngolê anî ziman ku wek sînamegerên Kurd berê civiyane lêberlê ji ber zext û tundiyê nekarîbûne yekitiyê mayinde bikin û wiha pê de çû: “Ev yek gelek wext bi me da windakirin. Ji bo yekitiya me qut nebe û ji nû ve em hilberîna xwe mayinde bikin em di nava lêgerînê de ne. Hewl û helwesta her kesê ev e.”
 
‘ÎRADEYA YA ME YA ÇARESERIYÊ HEYE’
 
Elmas Bîngolê diyar kir ku pirsgirêkên ew pê re rû bi rû dimînin hene lêbelê îradeya wan a çareseriyê jî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewre em bi tena serê xwe bi van pirsgirêkan re mijûl bibin em ê nikaribin çareser bikin. Em nikaribin hilberînin. Lêbelê dema em pirsgirêkê pênase bikin û bi hev re tev bigerin bi awayekî komunal û kolektîf em li dijî van pirsgirêkan têbikoşin dê derfetên me yên din derkevin.”
 
 
‘SÎNAMAYA KURD DÊ MEZINTIR BIBE’
 
Sînamegerê ciwan Ramazan Kiliç ê ku beşdarî komxebatê bû got: “Pirsgirêka me ya herî mezin ew bû ku cihên me yên wiha nebû ku em bên cem hev û der heqê sînamaya Kurd de biaxivin. Ji ber vê ev komxebat sûdewer e. Gelek kesên di vê sektorê de dixebitin, beşdar bûn û me pirsgirêk nîqaş kir. Hêvîdar im ji bo sînameya Kurd sûdewer bin. Ez hêvîdar im ku sînamaya Kurd û piştevaniya me dê mezintir bibe û xweştir bibe.”