Derhêner Altay: Em dikarin sînamaya Kurdîstanî ava bikin

Parve bike:

AMED - Derhêner Veysî Altay diyar kir kir ku Înîsiyatîfa Sînamegerên Kurd dê bibe berdevka sînamaya Kurd a Bakur û got: “Em dikarin sînamayek Kurd û Kurdistanî ava bikin.”

 
Piştî Komxebata Sînamaya Kurd a ku ji aliyê Akademiya Sînamaya Rojhilata Navîn hat lidarxistin, biryara damezirandina Înîsiyatîfa Sînamegerên Kurd hat dayîn. Di komxebatê de sînemaya Kurd wek qadek ku ziman, bîr, erdnîgarî, dîrok, nasname, çand, estetîk û rastiya polîtîk bi hev re şikil digire hat nirxandin. Piştî damezirandina înîsiyatîfê, lijneya rêvebir a ku hatî avakirin dê têkildarî înîsiyatîfê xebatên hiqûqî bi rêve bibe. Derhêner Veysî Altay ê ku beşdarî Komxebata Sînamaya Kurd bû, têkildarî înîsiyatîfê û tişên ku divê ji vir û şûn de bê kirin nirxand.
 
 
Altay destîşan kir ku sînameya Kurd bi têkoşîna Kurd re derketiye û xwedî raboriyek 40 salan û ev tişt got: “Em dikarin bibêjin ku belkî beriya 100 sala der heqê Kurdan de fîlm hatine kişandin lêbelê ev fîlm ji aliyê Kurdan ve nehatine kişandin. Ev 40 sal Kurd çîrokên xwe vedibêjin, fîlmên xwe dikişînin û dest bi avakirina sînamaya xwe kirin. Lêbelê pirsgirêka sînemaya Kurd, rasterast bi pirsgirêka Kurd re têkildar e. Lewre Kurdistan di fermiyetê de nayê qebûlkirin. Dabeşî çar parçeyan heta pênc parçeyan bûye. Sînameya Kurd jî fena welatê xwe parçe parçe ye. Lewre her parçeyek di nava xwe hewldanek dide, li gorî xwe sînema û zimanê sînemayê ava dike. Ev avakirin jî li gorî serdestên wî parçeyî û hişendiya kolonyalîstên xwe disêwire.”  
 
Altay anî ziman ku li ernîgariya ku Kurd lê ne di qada sînameyê de ked didin lêbelê bi ziman, nasname û rengên xwe tê de cih nagirin ev yek jî pirsgirêka herî mezin a sînemaya Kurd e.
 
‘SÎNEMAYA KURDÎ TÊ AVAKIRIN’
 
Altay destnîşan kir ku sînemayek Kurd a hevpar derneketiye holê û wiha pê de çû: “Sînameyek Kurdistanê ya hevpar tu carî pêk nehatî. Lê ev demek dirêj e Kurd çi wek takekesî çi wek kolektîf çîrokên xwe bi xew dikşînin. Vê yekê wek sînema pênase dikin. Carina ji vê re tê gotin sînemaya Kurd carinan jî sînemaya Kurdistanê. Lêbelê hûn jê re dibêjin çi bibêjin êdî sînameyak Kurdistanî tê avakirin. Kurd êdî sînamayê çê dikin.”
 
Altay diyar kir ku bi înisîyatîfa ku hatî avakirin ve dê êdî pirsgirêka oto sansurê jî ji holê rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Du rojan em ê çawa karibin ji bandorên kolonyalîzmê yên li ser xwe rizgar bin, hat nîqaşkirin. Ev ne tenê pirsgirêka me ya Bakur e, pirsgirêka hemû parçeyan ya hemû sînamegerên Kurd e. Ger em xwe ji vê hişmendiyê rizgar nekin, em ê sernekevin. Tenê bi hilberîna fîlman em ê tenê ji kolonyalîstên xwe re xizmetê bikin. Ger em karibin xwe ji vê rizgar bikin wê demê em ê ji bo xwe sînameyek xweser û cuda karibin ava bikin. Em dikarin sînameyek şoreşger, xwedî hişmendiya zayendiya civakî, ekolojîk û Kurdistanî ava bikin.”
 
‘EM Ê BIBIN XWEDÎ GOTINA HEVPAR’
 
Altay diyar kir ku ev komxebat ji bo çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibîne pêk hatî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Du rojan 100 sînamegerên Kurd ev pirsgirêk û çareseriyên wê gotûbêj kir. Me pratîka vê xiste meriyetê. Ez bawer im ku parçeyên din jî dê di vê mijarê de xebatên xwe bike. Dê li ser kêmasî, rêgez û xebatên sînemaya Kurd hûr bin. Em ê li ser sînameya Kurd bibin xwedî gotina hevpar. Ji bo mezinbûn û pêşveçûna sînemaya Kurd, çi berpirsiyarî dikeve ser kê, divê pêk bîne.”
 
MA/ Bêrîvan Altan