WAN - Krîza avê ya ku bi krîza avhewayê ya gerdûnî re kûrtir dibe, li Rojhilata Navîn û li erdnîgariya Kurdistanê gefê li jiyanê dixwe. Rêxistinên ekolojiyê bi modela "Komunên Avê" armanc dikin ku ji bo xwecîhî çareseriyeke alternatîf pêş bixin.
Krîza avê ya ku her roj hîn bêtir diyar dibe, bi taybetî li Rojhilata Navîn û li erdnîgariya Kurdistanê domdariya jiyanê bi awayekî cidî dixe bin metirsiyê. Ziwabûna ku zêde dibe, kêmbûna lezgin a çavkaniyên avê yên bin erdê û bazirganîkirina avê bi mekanîzmayên bazarê re, texrîbata ekolojîk a li herêmê kûrtir dike û newekheviyên civakî zêde dike.
Li dijî vê rewşê, tevgerên ekolojiyê û rêxistinên xwecîhî yên ku bi 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin hêz girtine, amadekariya pêkanîna modela 'Komunên Avê' dikin. Bi taybetî li gundewaran, li derdora bajaran û li herêmên hilberîna çandiniyê ku krîza avê lê zêde ye, tê plankirin ku komun werin avakirin. Di van komunan de biryarên li ser bikaranîn, parastin û parvekirina avê wê rasterast ji aliyê meclisên gel ve werin dayîn. Di vê çarçoveyê de tê armanckirin ku kontrola çavkaniyên avê bibe xwecîhî û aktîvîstên ekolojiyê di vê pêvajoyê de roleke çalak li xwe bigirin. Tê diyarkirin ku komunên avê yên ku biryara avakirina wan hatine dayîn, dê hem di parastina hevsengiya ekolojîk de û hem jî di xurtkirina edaleta civakî de roleke krîtîk bileyizin.
Hevberdevkê Komeleya Ekolojiyê ya Wanê Erdogan Eduk, têkildarî krîza avê ya xwecîhî û komunên av û çandiniyê yên ku dê werin avakirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
'AV NE MIJAREKE TEKNÎKÎ YE'
Eduk diyar kir ku hişmendiya civaka demokratîk a ku piştî 27'ê Sibatê teşe girtiye, ne tenê bi wekhevî û edaleta navendîbûna mirov re sînordar e, lê di heman demê de jiyaneke adil a li ser bingeha jiyana hevpar a bi xwezayê re jî dihewîne û ev tişt got: "Piştî Pêvajoya Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê, hişmendî û perspektîfa civakê ne tenê li ser bingeha wekhevî û edaleta mirovî ye. Ew temsîla jiyaneke adil a ku em wekî qada jiyana hevpar a bi xwezayê re pênase dikin. Av ne mijareke teknîkî ye. Ew edaleta civakî, beşdarbûn û mafê jiyanê di navenda xwe de dihewîne. Di pêvajoya nû de dema pênase tê kirin, ya esasî ew e ku hemû hebûnên xwezayê wekî parçeyekî zemîna hiqûqî werin hesibandin. Ji ber ku mijara avê bandorê li hemû zindeweran dike, mafê hiqûqî yê ku ji bo mirovan tê xwestin, ji bo xwezayê jî derbasdar e."
PIRSGIRÊKA AVÊ HER KU DIÇE KÛRTIR DIBE
Eduk destnîşan kir ku hişmendiya demokratîk rêveberiya li gorî nirx, şêwazên rêxistinbûnê û hewcedariyên civakê bi xwe esas digire û got ku di rêvebirin û belavkirina adil a avê de pirsgirêkên cidî hene û wiha pê de çû: "Di mijara avê de divê mirov projeyên wisa deyne holê ku ne tenê hewcedariya mirovan, lê ya hemû zindeweran dabîn bike. Li şûna ku av ji şîrketan, sermayeyê an jî ji nêzîkatiya serdest a desthilatdariyê re were hiştin, divê gelê xwecîhî bi komunên ku di nav xwe de ava dikin re hem hewcedariyên xwe û hem jî yên zindeweran di xwezayê de li ber çavan bigirin. Komunên avê di vê pêvajoyê de girîng in."
'GIRTINA AVÊ ZIRARÊ DIDE XWEZAYÊ'
Eduk polîtîkayên dewletê rexne kir û got: "Bi komunên avê re, ava ku pêdiviya xwezayê dê di xwezayê de bimîne, mirov jî dê bi qasî hewcedariya xwe bikar bînin. Di demên dawî de bi HES’ên ku zêde bûne re, bi polîtîkayên guhertina rêya avê û girtina avê, xweza ku qada hevpar a civakê ye zirarên mezin dibîne. Di pêvajoya nû de, bi taybetî di pêvajoya civaka demokratîk de, komunên avê girîng in û pêdivî bi têkoşînê heye. Ya esasî ew e ku hem mirov û hem jî kesên di komunê de azad bibin û xweza bikaribe xwe nû bike."
'DIVÊ LI ŞÛNA KONTROLÊ, PARVEKIRINEKE ADIL HEBE'
Eduk diyar kir ku li şûna kontrolkirina avê divê polîtîkayên parvekirina adil û wekhevparêz werin sepandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em tenê li ser çandiniyê nefikirin. Divê komunên wiha werin avakirin ku karibin hewcedariyên xwezayê jî dabîn bikin û têra her kesî bikin. Mirov wê bi qasî hewcedariya xwe avê bikar bînin, zindewerên din jî dê jê sûdê werbigirin, bi vî awayî hevsengiya ekolojîk dê pêk were. Di pêvajoyên bendavê de bi tu awayî gelê herêmê nayê daxilkirin. Mixabin nerazîbûn her ku diçe zêde dibin, mîna li Mûş, Gimgim, Bedlîs an jî li Şirnexê tevger dest pê dikin. Ev jî gel neçarî koçberiyê dike."
'GIHÎŞTINA AVÊ DÊ HÊSANTIR BE'
Eduk destnîşan kir ku dema li gorî perspektîfa civaka demokratîk mirov dinêre, hemû gel xwedî mafê wekhev ê gihîştina avê nîn in û got ku bazirganiya avê vê pirsgirêkê kûrtir dike û got: "Yekdestkirina avê dibe sedem ku gel negihîje avê. Binpêkirina mafan ne tenê bi rewşa siyasî ya kesekî re, lê bi têkiliya ku bi xwezayê re ava dike re jî têkildar e. Komunên ku dê werin avakirin, gihîştina gel a ji bo avê dê hêsantir bikin."
GAVA YEKEMÎN LI WESTAN Û GIMGIMÊ TÊ AVÊTIN
Eduk diyar kir ku di çarçoveya xebatên li ser komunên çandinî û avê de gava yekemîn li Westan û Gimgimê hatine avêtin: "Xebatên me yên li ser komunên çandinî û avê hene. Di serî de li Westan û Gimgimê komunên av û çandiniyê dest pê kirin. Lê ev têrê nake. Divê ev bi lez û bez were avakirin. Ji ber ku ev rewş rasterast bandorê li paşeroja gelê herêmê dike. Ev xebatên me li Kurdistanê berdewam dikin."
'MODELEK E KU DÊ BIBE MÎNAK'
Eduk anî ziman ku bi belavbûna komunan der heqê avê de dê hişmendiyek çêbe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li seranserê cîhanê pirsgirêkek heye ku wekî şerê sêyemîn ê cîhanê krîza avê tê pênasekirin. Ev model dema li xwecîhî pêş bikeve, dê bibe modela rêxistinbûnê ya ku ji bo tevahiya cîhanê bibe mînak. Komunên avê dê serdestiya herêmî ya li ser avê jî bişikînin. Bendavên ku li vir têne çêkirin dibin sedem ku gelên li başûr bê av bimînin. Lê bi hişmendiya û komunên avê re, ne tenê gelê herêmê, hewcedariya avê ya erdnîgariyek berfireh dê were dabînkirin."
MA / Zeynep Durgut