‘Bila Geliyê Mûnzûrê wekî Qada Sîtê ya asta yekem bê îlankirin'

Parve bike:

DÊRSIM - Lijneyên Koordînasyona Herêmê ya û Bajêr yên TMMOB'ê, di daxuyaniya der barê ji nû ve destnîşankirina Kaniyên Mûnzûrê wekî Qada Sîtê ya Xwezayî yê asta yekem de, diyar kirin ku divê biryar ji bo tevahiya Geliyê Mûnzûrê bê dayîn.

 
Asta ayekem a Qada Sîtê ya Xwezayî (qadaa hesas a ku divê bê parastin) ya Mûnzûrê hatibû betalkirin û wekî Qada Sîtê ya Xwezayî ya asta duyem (qada parastinê ya xwezayî ya wesfdar) hatibû diyarkirin. Li dijî vê doz hatibû vekirin û Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Erziromê jî di 22'yê Nîsanê de Kaniyên Mûznûrê wekî Qada Hesas a Parastinê sererast kiribû. Lijneyên Koordinasyona Bajêr a Hermê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîszan a Tirk (TMMOB) têkildarî mijarê li avahiya xwe daxuyanî da. Sekreterê Lijneya Koordinasyona Bajêr a TMMOB'ê ya Dêrsimê Ûgûr Beycan, bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya berê ya ji bo betalkirina statuya Kaniyên Mûznûrê û got: "Hê doza dewam dikir, di Sibata 2024'an de bi biryarnameyeke Serokkomariyê statuya beşeke kaniyan a 'statuya parastina wesfdar' hat betalkirin û wekî Qada Sîtê ya asta yekem hatibû îlankirin. Wekî TMMOB'ê me bi raporeke pêvekî îtiraz kir û li ser vê li Pulurê dadgeha pêzaniyê hat avakirin. Bi vê dadgehê re, Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Erziromê TMMOB'ê mafdar dît û vegera li biryara 2003'Yan a Lijneya Parastina Heyînên Xwezayî ya Erziromê çêbû." 
 
Beycan destnîşan kir ku divê ev biryar ji bo tevahiya Geliyê Mûnzûrê bê pêkanîn û got ku divê hemû hewze û Çiyayên Mercanê ku Mûnzûrê xweî dikin, bi awayekî yekpare esas bên girtin. Beycan bilêv kir ku divê biryara parastinê ya der barê Geliyê Mûnzûrê de bê berfirehkirin û got ku ew dixwazin ev biryar ji bo tevahiya Geliyê Mûnzûrê bê dayîn.