Bermayiyên OSB'ê Çemê Belkîsê jehrî dikin
DÎLOK - Çemê Belkîsê li Dîlokê ku bermahiyên pîşesaziyê lê tên rijandin, hem gefê li tenduristiya welatiyên li 35 gundan dixwe û hem jî bi sedan hezar dekar zeviyên çandiniyê jehrî dike.
Bermahiyên kîmyewî yên ku ji Herêma Pîşesaziyê ya îOrganîzeyê(OSB) ya li devera Başpinar a Dîlokê tên berdan, çi bêparzûnkirin û çi jî bi awayekî kêmparzûnkirî dibin sedema jehrîbûna Çemê Belkîsê. Çaxût, Kuştan û Qamişlo jî di nav de bi giştî 35 gundên li ser rêça vê çemî cih digirin. Niştecîhên herêmê ji ber avêtina bermahiyên kîmyewî yên OSB'ê bo nav Çemê Belkîsê, bi pirsgirêkên aborî, civakî û tenduristiyê re rûbirû ne. Digel ku hilberîna berhemên sereke yên herêmê wekî garis, gulberoj, firingî, îsot û bacanê reş— gihîştiye asta têkçûnê, darên gûz, fistiq û hinaran ên li ser rêça çem jî hişk dibin.
NEXWEŞÎN
Bi taybetî di mehên havînê de, ji ber bermayiyên kîmyewî, bêheneke genî ji çem tê û ev jî dibe sedema zêdebûna mêşûlan. Digel ku bermayiyên kîmyewî dibin sedema nexweşiyên têger ên wekî tîfo û malaria, li deverên gundewarî yên herêmê zêdebûneke berçav di bûyerên penceşêrê de hatiye tomarkirin. Di nav heywanên ku ji çem avê vedixwin de mirinên ji nişka ve çêdibin û her wiha nexweşiyên kronîk jî di wan heywanan de pir caran tên dîtin.
Piştî ku Çemê Belkîsê zeviyên çandiniyê yên gundan jehrî dike, di dawiyê de diherike Bendava Hancagizê. Bendava Hancagizê di salên 1980'yî de ji bo zêdekirina berhemdariya çandiniyê ya li herêmê hatibû avakirin; lewma, hewza bendavê ku ji bo dabînkirina pêdiviyên avê yên 100 hezar donim zeviyên çandiniyê hatibû sazkirin niha bi bermahiyên kîmyewî tê qirêjkirin. Bermahiyên kîmyewî yên ku ji aliyê çem ve tên anîn, li binê bendavê tebeqeyeke heriyê çêkirine û asta oksîjena avê kêm kirine û bi vî awayî jiyana di nav avê de anîne ber sînorê tunebûnê. Deştên Zîzîp û Barakê ku navendên herî berhemdar ên Kurdistanê ne ji bo çandiniya fistiq û zeytûnan bi ava jehrî ya vê bendavê tên avdan; ev yek dibe sedem ku dar hişk bibin û ax bêberkêş bibe. Odeyên çandiniyê ragihandin ku kalîteya berhemên ku li ser axa bi ava bendavê tê avdan tên çandin, kêm bûye.
Şêniyê Çaxûtê Mustafa Gumuş, behsa wan pirsgirêkan kir ku ji ber ava çem ew pê re rû bi rû dimîmnin.
Gumuş bi bîr xist ku Çaxût berê bajarokek bû lê li gorî qanûna şaredariya bajarê mezin wekî taxeke gundewarî hat nûvekirin û diyar kir ku bi hezaran kesên li wê herêmê dijîn ji ber vî çemî bandor dibin.
DAR HIŞK BÛNE
Gumuş diyar kir ku xelk bi çandinî û xwedîkirina heywanan debara xwe dike û got: "Welatî mexdûr in, ji ber ku bermahiyên qirêj û jehrî yên ji Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê ya Dîlokê, rasterast tên avêtin nav vî çemî. Di nav ava çem de gelek madeyên kanserojen hene; lewma darên li derdora wê hişk bûne. Piştî berdana van bermahiyên qirêj, bûyerên kanserê di nava xelkê herêmê de zêde bûne. Ev herêm berê bi darên xwe yên gûz û hinarê navdar bû, lê niha ew dar hemû hişk bûne."
Gumuş bal kişand ser wê yekê ku çavkaniyên ava paqij ên li ser rêça çem jî ji ber wî çemî tên qirêjkirin û got: "Dema em zarok bûn, me di vî çemî de avjenî dikir. Lê niha, tu zindiyek tê de nemaye. Ji ber bêhna genî û pîs, mirov nikare nêzîkî çem bibe jî; heta nêzîkbûna bi qasî kîlometreyekê jî ne pêkan e."
Gumuş destnîşan kir ku tevî hewldanên curbicur ji bo çareserkirina pirsgirêkê, heta niha tu çareserî nehatiye dîtin û wiha anî ziman: "Her çend ev mijar gelek caran hatiye rojevê jî, heta niha tu çareserî nehatiye hilberandin. Sedema vê yekê ew e ku berjewendiyên mezin ên aliyên xwedî hêz di nav vê mijarê de hene. Eger zext li OSB'ê bihata kirin da ku li wir tesîseke paqijkirina avê ava bikin, îro em ê bi vê pirsgirêkê re rûbirû nemabûna."
MA / Omer Akin