Li ser rêya Colemêrg-Wanê hezaz çêbû
COLEMÊRG - Li Guzeldere Geçîdiyê ya li navçeya Payîzava ya Wanê hezaz çêbû. Ji ber hezazê rêya Colemêrg-Wanê ji çûnhatinê re hat girtin.
Li Guzeldere Geçîdiyê ya li navçeya Payîzava ya Wanê hezaz çêbû. Zinarên ji çiyê gindirîn û axa bi wan re hat, rêya Colemêrg-Wanê girtin. Çûnhatine ji her du bajaran sekinî û li ser rê gelek wesayît sekinîne.
Tîmên Rêbejahiyê sewqî herêmê hatin kirin. Xebatên ji bo vekirina rê hatin destpêkirin.