ÇEWLÎG - Welatiyên ku beşdarê Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê bûn, diyar kirin ku xwezaya Kurdistanê bi kanên madenan, HES û JES’an tê talankirin û gotin: "Ji bo em xweza û paşeroja xwe biparêzin, divê em bibin yek."
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê di çarçoveya Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê de panela ekolojiyê hat lidarxistin. Welatiyên ku beşdarî panelê bûn, destnîşan kirin ku di vê pêvajoya ku behsa aştiyê tê kirin de divê dawî li polîtîkayên "talanê" bê anîn û bal kişandin ser giringiya têkoşîna hevpar.
Welatiyên ku diyar kirin ew li dijî talankirina xwezeyê têdikoşin, destnîşan kirin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vê yekê ferz dike.
Welatiyan ev tişt got: "Êdî li her derê gelê me tê bal hev û pêdiviyek mezin dibîne ku hem çanda xwe bide jiyîn hem jî li dijî van torên talanê xwezaya xwe biparêze. Ji ber vê yekê, ev rewş ji bo me pêvajoyeke nû û avakirina civakeke nû ferz dike. Li erdnîgariya me bi navê kanên madenan û HES'an xwezeyê texrîb dikin. Em vê yekê li dijî aştiya gelê Kurdistanê mîna darbeyeke mezin dibînin. Li dijî vê yekê divê em bên bal hev, bi hev re rabin ser pêyan û li ber xwe bidin. Ji bo em xweza, zarok û paşeroja xwe biparêzin, divê em bibin yek."
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel