Şewata li Semsûrê hat temirandin: 50 hezar hektar şewitî

Parve bike:

SEMÛR - Li Semsûrê şewata ku li qada daristanê derket û li gundên derdorê balav bû, bi alîkariya komên mudaxileyê yên bajarên derdorê hat temirandin û di şewatê de 50 hezar hektar qad şewitî.

 
Li Semsûrê şewata ku li qada daristanê derket, nîvê şevê hat temirandin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; duh bi şev li gundên Fehrîkan, Dilkan, Mala Qasa û Mala Bawo ji ber teqandinên kana keviran a Alaska Madencîlîgî, saet di 12.45’an de şewatek berfireh derket. Piştre şewat bi bandora bayê li qadek berfireh belav bû. Piştî xebatên demdirêj û piştigiriya komên agirkuj ên ji bajarên Dîlok, Amedê hatin sewqkirin, di derengiya şevê de hate vemirandin. 
 
Têkildarî şewata ku 50 hezar hektar qad şewitî, Serdozgeriya Semsûrê lêpirsîn da destpêkirin.