Li Şirnexê şewat derket 2025-06-13 14:26:00 ŞIRNEX - Li devera daristanê ya Şirnexê şewat derket.  Li daristana çolterê Taxa Bahçelîevlerê ya navenda Şirnexê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Ji ber bayî, şewat di demekê kin de li herêmeke berfireh belav bû. Li cihê bûyerê komên agirkujiyê hatin sewqkirin.    Ji bo vemirandina şewatê ji bejahî ve mudaxile tê kirin.