Djemîla Behhabîb: Dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim 2025-07-06 10:47:03 STENBOL -  Seroka Tevgera Sekûler Kolektîfê Djemîla Behhabîb ku ji Ewropayê hatibû Stenbolê, got: “Dixwazim bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikim, nîqaş bikim û pê re biaxivim.”   Rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqas jî di nav de 39 kesên ji welatên cuda yên Ewropayê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çendek roj berê hatibûn Stenbolê. Şandeya ku çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê û Rêxistina DEM Partiyê ya bajar, piştre jî civîna “Maseya Gilover” li dar xist. Di civînê de têkildarî xebatên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş hatin kirin.      Ji endamên şandeyê Seroka Tevgera Kolektîfa Sekuler Djemîla Benhabîb, têkildarî serdanê axivî. Djemîla Benhabîb ku ji Brukselê tev li şandeyê bû, diyar kir ku li Navenda Laîk a Aksiyonê li ser mijarên mafên mirovan û têkoşîna jinan dixebite. Djemîla Benhabîb, destnîşan kir ku di demên berê de rojnamegerî dikir û bavê wê ji Cezayîrê û dayika wê jî Yewnanî ye.    'GELeK TIŞTÊN EM JI KURDAN HÎN BIBIN HENE’    Djemîla Benhabîb, diyar kir ku sedema daxwaza wê ya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, têkoşîna Ocalan a ji bo civaka demokratîk e û wiha bal kişand ser fikrên Abdullah Ocalan: “Bi taybet jî di mijara sazkirina demokrasiyê de cihekî girîng dide jinan û ev mijar min eleqedar dike. Ev ne tenê ji bo jinên Kurd, her wiha ji bo civakên Rojhilata Navîn jî girîng e. Heta mirov dikare bibêje mifteya têkoşîna jinan e. Lewma dixwazin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikim, pê re nîqaşan bikim û biaxivim.”    Bi domdarî Djemîla Benhabîb bi lêv kir ku vîzyon û têkoşîna Abdullah Ocalan bandorê li wê dike û wiha pê de çû: “Ya herî girîng ew e ku tu caran dev jê bernade û tu caran hêviya xwe winda nake. Ev gelek girîng e. Ji ber ku îro li dinyaya me krîzeke giran a avhewayê heye û hilweşîneke mezin heye. Gelek tiştên em ji gelê Kurd hîn bibin hene. Weke mînak, di mijara cisaret û berxwedanê de me ji wan ders girt. Bi taybet jî ‘Jin, jiyan, azadî’ ku li Îranê dest pê kir, veguherî dirûşmeke navneteweyî. Lewma jî êdî xwedî wateyeke kûrewî ye. Di vê mijarê de spasiya gelê Kurd dikim ku ev hêmaya cisaretê nîşanî me da.”    'EM DI SERDEMEKÎ DÎROKÎ DE NE’   Di berdewamê de Djemîla Benhabîb bi lêv kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xebat girîng in lê mesele ne tenê xebatên tebeqeya jêr e, divê gelek tebeqe bixebitin. Hatina gel hev a bi civakê re girîng e lê divê tebeqeya jor a civakê; wekîl û aktîvîst jî çalak tev li xebatan bibin. Heke wiha bibe em dikarin zîhniyetê biguherînin. Têkoşîn, bênsaname nabe. Ji ber ku tişta têkoşîn û ruhî xweyî dike, bawerî û nasname ye.”    Djemîla Benhabîb, daxuyand ku ew di serdemeke dîrokî de ne û got: “Ji ber ku PKK çekan ber dide. Ez vê weke têkçûn an jî bêzarbûn nabînim. Ev, veguherîneke. Lê di mijara demokrasiyê de veguherîneke çawa tê jiyîn divê em baş vê fêm bikin. Ji ber ku em qala nifûseke 40 milyonî dikin. Li Rojhilata Navîn ev reqemeke zêde ye. Ji bo avakirina demokrasiyê, girîngiya tevgera Kurd pir e.”    'DIVÊ EM PÊVAJOYÊ BIPÎVIN Û WISA PÊŞ BIKEVIN’    Djemîla Benhabîb, destnîşan kir ku divê pêvajo bi avêtina gavên pêbawer pêş bikeve û ev tişt anî ziman: “Têkildarî berteka dewletê zêde agahiyên min nînin. Lê vê dizanim; Erdogan dixwaze di vê pêvajoya veguherîna Rojhilata Navîn de dixwaze bibe kesê pirsgirêkan çareser dike. Ji bo gelê Kurd em di serdemeke dîrokî de ne lê dewletê heta niha tenê soz daye. Di serdema DAIŞ’ê de me dît ka çi bû, di nîvrê de hiştin. Divê em dersan ji mijara sozên nehatine bicihanîn bigirin. Bawerî, têgeheke polîtîk e. Ne baweriyeke bi temamî lê li gorî min di wateya polîtîk de divê baweriyek were avakirin û bi pîvandina wan mirov pêş bikeve. Divê ez bibêjim ku baweriya min bi Erdogan nayê.”    ‘HEWCEYE OCALAN WERE BERDAN’   Djemîla Benhabîb, got ku daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û axaftina xwe wiha qedand: “Ne tenê birêz Ocalan, divê girtiyên din ên PKK’î jî bên berdan. Nexwe dê çawa aliyek dest û lingên wan girêdayî bên ser maseyê? Beriya her tiştekî divê ew bên berdan. Em ê derbasî qonaxeke zor û dirêj bibin. Li pêşiya me rageşî û paşketin dê hebin. Divê em baş bişopînin û pêş bikevin.”    MA / Esra Solîn Dal