Polîsan 3 kes ji ber stranên Kurdî derb kir, dozger jî xwest bên girtin 2025-07-14 14:41:28 STENBOL - Ji malbata Kaya 3 kes ji ber li stranên Kurdî guhdarî dikirin, hatin derbkirin û binçavkirin. Dozgeriyê, her 3 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.    Malbata Kaya ku ji 10 kesan pêk dihat, şevê din saet derdora 21.00’an dema ji navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji seyranê vedigeriya, di rê de bi hinceta ku di wesayîta xwe de li stranên Kurdî guhdarî dikin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin. Ji endamên malbatê zarokek û Zeynep Yaman a ducanî bi giştî 3 kes hatin berdan û 7 kes jî sewqî midûriyeta emniyetê hatin kirin. Piştî îfadeyên li emniyetê jî sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin.    Dozgeriyê, ji endamên malbatê Ahmet Kaya, Umut Kaya û Yakup Kaya bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.