Êzidiyan berê xwe dan Çiyayê Şengalê 2025-08-03 13:21:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 11'emîn salvegera êrîşa DAÎŞ'ê li Şengalê Êzidiyan berê xwe dan Çiyaê Şengalê û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.   Îro ji bakur heya başûrê Çiyayê Şengalê, ji civaka Êzidî heya hemû pêkhateyên Şengalê hemû karên xwe yên rojane, karên jiyanî dan sekinandin, fermana 2014’an bibîranîn û berxwedana Şengalê silav kirin.   Îro saet di 10:00’an de bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji Herdanê heya Borik, Guhbel, Duhola, Dîgur, Sinûn û Xanesorê, ji navenda Şengalê heya Girzerik, Tilezêr, Sîba û Medîbanê herkes ji bo 3 deqeyan jiyanê dan sekinandin. Gelê Şengalê li ber meclîsên gel, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, li ber meclîsên TAJÊ, li ber mal û dikanên xwe tevlî vê çalakiya berfireh bûn.   Di çalakiya rêzgirtinê de tiştê herî balkêş û bi wate jî ew bû ku gelê Şengalê berê xwe da Çiyayê Şengalê.