ROJEVA 7’Ê TEBAXA 2025’AN 2025-08-07 09:00:08   * Alî Riza Arslan ku kurê wî di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da û piştî 7 salan hestiyên wî hatin radestkirin, got: “Ew kesên ku mîna min êşê dikişînin û mexdûr in, aştiyê dixwazin.”   * Rêveberê TUAY-DER a Çukurovayê Lokman Şaman diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan, bi taybetî yên der barê mafê tenduristiyê de berdewam dikin û got ku divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê werin dîtin.   * Mihrîcan, mitîng û meşên ku Platforma Saziyên Demokratîk li Cizîr, Tetwan û Dêpê di çarçoveya Civînên Civaka Demokratîk de dabûn destpêkirin, wê li 13 bajarên din berdewam bikin.   * Serdar Akay diyar kir ku bavê wî Latîf Akay ê 65 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê dimîne nikare bimeşe û li ber mirinê ye û xwest ku ji bo bavê wî bê dermankirin divê bê berdan.    * Îffet Mûtaş ku di dema şer de bav, du  bira, birazî, kur û keça xwe winda kir, got: "Wekî kesek a ku êşa du xwişk û bira, du zarok, dayik, bav û biraziyê xwe Mazlum Tekdag dîtiye, em aştiyê dixwazin."   * Bi ser mirina rojnameger Denîz Firatê re 11 sal derbas bûn ku di dema êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest dabû. Hevala wê ya xebatê Bêrîvan Tunç diyar kir ku Denîz Firat heta dawiyê berxwedana li dijî DAIŞ’ê belge kiriye û çapemeniya azad tevî hemû zextan jî heqîqetê bi cîhanê re parve dike.    * Siyasetmedar û nivîskar Abdulbakî Erdogmuş diyar kir ku ji bo çareseriyeke demokratîk divê pêşiya diyalogên yekser ên bi Abdullah Ocalan re bê vekirin.    * Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk diyar kir ku îktîdar di mijarên girtiyan, Abdullah Ocalan û qeyûman de xwe bêdeng dike û got: “Ma dê heta kengî bireve? Şertên heyî dê bikin ku ji mecbûrî gavan biavêjin.”    * Endamê komîsyona li meclisê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç têkildarî xebatên komîsyonê axivî.    * Meclisa Dayikên Aştiyê dê têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” li Şaxa ÎHD’a Amedê daxuyaniyê bide. (13.00)   * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî daxuyaniyê bide. (13.00) ZINDÎ