Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin 2025-08-18 14:01:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Memurên ku li dijî teklîfa hikûmetê ya ji bo zemê rojekê dev ji kar berdan, peyama “Em mizakere nakin, em ê têbikoşin” dan.    Îktîdara AKP’ê, di civîna ewil a hevdîtinên Serdema 8’an a Peymana Kar a Komî de pêşniyar kir ku di 6 mehên ewil ên sala 2026’an de ji bo memûr û memûrên teqawid ji sedî 10, di 6 mehên dawî yên salê de ji sedî 6, di her du serdemên sala 2027’an de jî ji sedî 4 zem bike. Tevî bertekên konfederasyonan jî guhertin nehate kirin. Konfederasyonan jî ev teklîf red kirin û ji bo rojekê çalakiya neçûna kar li dar xistin.    ASÎM-SEN, BÎRLEŞÎK KAMU-ÎŞ, DMK, HAK-SEN û YURT-SEN’ê bi pêşengtiya KESK’ê daketin qadan û daxuyanî dan. Di vê çarçoveyê de karkeran li Enqere, Amed, Êlih, Îzmîr û Dêrsimê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de metna hevpar hate xwendin.    Di daxuyaniyan de kedkaran diyar kirin ku ew li dijî teklîfa îktîdarê ne mizakereyê lê têkoşînê hildibijêrin. Kedkaran, anî ziman ku hikûmet ji 4 milyon kedkarên cemaweriyê û 2.5 milyon teqawidan re hejarî, xizanî û bêtemînatî teklîf kiriye. Kedkaran got ku dê qebûl nekin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.