TJK-E’yê li dijî darvekirinan bang kir 2025-08-28 14:23:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li dijî cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê bang li hemû jinan kir ku dengê xwe bilind bikin.    Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî di sala 2022’yan de li paytexta Îranê Tehranê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate qetilkirin. Li dijî vê cînayetê, çalakî û xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Aktîvîsta Kurd Şerîfe Mihemedî, bi hinceta tevlibûna van çalakiyan di sala 2023’yan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê lê birî. Biryara darvekirinê ya Şerîfe Mihemedî di Cotmeha 2024’an de hatibû betalkirin lê di rojên borî de careke din hate erêkirin.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkildarî erêkirina cezayê darvekirinê yê aktîvîsta Kurd Şerîfe Mihemedî daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ev biryar tavilê bê betalkirin.    TJK-E’yê diyar kir ku li dijî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinên Kurd berxwedaneke mezin a gel hate raberkirin û da zanîn ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” weke sembola berxwedana jinan bandor li tevgerên jinan ên li cîhanê jî kir û bû dirûşmeke gerdûnî.    BANG LI HEMÛ JINAN KIR   TJK-E’yê, destnîşan kir ku dewleta Îranê dixwaze her kesê ku beşdarî van çalakiyan bûye, bi cezayê darvekirinê bitirsîne û got: “Em biryara rejîma mollayan qebûl nakin û ji bo demildest dest ji vê biryarê berde, em bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin. Li ku derê dibe bila em ê bibin dengê jinên ku rû bi rûyê zilmê mane. Em bi Şerîfe Mihemedî re ne. Azadiya Şerîfe Mihemedî azadiya hemû jinan e û em bang li hemû jinan dikin ku ji vê biryarê re bêjin RAWESTE û dengê xwe bilind bikin.”