Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin 2025-09-04 11:58:21   MÊRDÎN - Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku bêyî Rêveberiya Xweser ne Sûriye jinûve ava dibe ne jî yekparetiya welat dibe.    Di 8’ê Kanûna 2024’an de HTŞ’ê rêveberiya Sûriyeyê bi dest xist û ji wê rojê ve ye pevçûn û alozî didomin. HTŞ’ê, piştî rêveberî bi dest xistî li dijî Elewî û Durziyan komkujî da destpêkirin. Li rexekî êrişên HTŞ’ê û li rexa din jî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin.  Di navbera Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di 10’ê Adara 2025’an de mitabeqetek hate mohrkirin lê hêj tu pêşveçûn çênebûne.    Rojnameger Ekrem Berekat ku salên dirêj e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamegeriyê dike, têkildarî geşedanên li herêmê axivî.    ‘HTŞ’Ê SÛRIYE BI AWAYEKÎ FIÎLÎ PARÇE KIR’   Berekat, diyar kir ku HTŞ’ê îktîdara Sûriyeyê bi dest xist lê ji hêla siyasî û civakî ve tu projeyên wê nînin. Berekat, got: “Krîza bi salan a Sûriyeyê niha jî veguheriye krîzeke feodal. Xwestin Durziyan teslîm bigirin û komkujiyeke mezin kirin. Piştre jî Murşîdî bûn hedef. Bi vê jî bisînor neman, êrişî Xiristiyanan kirin. Dema êrişê Durziyan kirin Îsraîl û dema êrişî Xiristiyanan kirin jî Ewropa li dij derket. Lê dema êrişî Elewiyan kirin, ger gotin di cih de be her kesî rê da wan. Bêguman planên wan hene ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin lê ji ber ku baweriya wan bi hêzên wan nayê, dan sekinandin. Dema mirov li vê rewşê dinêre, em dikarin bibêjin HTŞ’ê Sûriye bi awayekî fiîlî parçe klir. Yên dibêjin Rêveberiya Xweser Sûriye parçe kiriye, di esasê xwe de naxwazin vê rewşê bibînin. Ev kes li dora fikrekî nehatine cem hev. Ev kom, li gorî hinek lihevkirinan hatine gel hev. Komên tundrew hene. Bi vê ferasetê nikarin tiştekî bi dest bixin. Li pişta van jî Turkiye heye.”    ‘TURKIYE PROVAKASYONAN DIKE’    Bi domdarî Berekat anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Carnan tundiya xwe zêde dike carnan jî kêm dike. Li gorî berê êriş niha kêmtir bûne. Sedemên zêdebûna êrişan ên demên dawî hene. Weke tê zanîn, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dixwaze di çarçoveya şertên wê bi xwe diyar kirî de bi rêveberiya Şamê re hevdîtinê bike. Dixwaze hinek daxwazên di çarçoveya peymana 10’ê Adarê de bên qebûlkirin. Lê heta niha jî rêveberiya Şamê tu xalên peymanê bi cih ne aniye. Ev jî yekser girêdayî Tirkiyeyê ye. Êriş hinek jî ji ber vê tên kirin. Em nikarin bibêjin mitabeqet bi temamî bi dawî bûye lê pir giran dimeşe. Li rexa din jî DAIŞ êrişan dike. Li gel êrişan, Turkiye hger wiha hewl dide provakasyonên siyasî û burokratîk derxîne. Ji ber ku Tirkiye dixwaze Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav rêveberiya Şamê de bihelîne. Lê heta niha jî tu encamek bi dest nexistiye.”    ‘BÊYÎ RÊVEBERIYA XWESER NIKARIN SÛRIYEYÊ JINÛVE AVA BIKIN’    Di berdewamê de Berekat got ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, armanc ew bû ku Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê li dora mitabeqetekê tevbigerin û ev tişt anî ziman: “Dihat armanckirin ku pêvajoya li Tirkiyeyê bi ser keve. Lê bi êrişan tê sabotekirin. Wezîrê Tirkiyeyê Hakan Fîdan weke ‘waliyê Sûriyeyê’ diaxive. Rêveberiya Şamê, ji ber mudaxileya Turkiyeyê tev li hevdîtinên li Parîsê nebû. Bêyî Rêveberiya Xweser pêkan nîne Sûriye jinûve were avakirin û yekparetiyeke Sûriyeyê çêbibe. Divê HTŞ bi vê rastiyê bizane. Heta em dikarin bibêjin bêyî Rêveberiya Xweser HTŞ nikare li ser îktîdarê jî bimîne.”    ‘DURZÎ RÊVEBERIYA XWESER MÎNAK DIGIRIN’    Berekat, da zanîn ku piştî êrişan baweriya Durziyan bi HTŞ’ê nemaye û dixwazin xwe bi xwe birêve bibin. Berekat, wiha domand: “Rêveberiya Xweser ji bo xwe weke mînak digirin. Artêşa xwe li gorî avadaniya HSD’ê ava dikin. Yên HTŞ anîn jî van tiştan dibînin. Wan digot ku HTŞ dê di nava 6 mehan de xwe biguherîne û tevahiya Sûriyeyê hembêz bike. Heta digotin dê HSD yekser tev li wan bibe. Lê di rewşa heyî de wan jî dît ka HTŞ tiştekî çawa ye. Hem Amerîkayê hem jî Fransa û hêzên din dîtin ku HTŞ xwe naguherîne. Qetilkirina Elewiyan dîtin. Medyaya Ereban, qetilkirina Durziyan nenivîsandin. Lê Çapemeniya Azad bi rolekî girîng rabû û tiştên heyî raxistin ber çavan. Her kesî ev dît. Lewma helwesta kesên piştgirî didan HTŞ’ê guherîn.”    ‘DIVÊ TURKIYE JI XAKA SÛRIYEYÊ DERKEVE’    Rojnameger Berekat, bi lêv kir ku HTŞ li dijî tevahiya gavên Rêveberiya Xweser û gelên din ên Sûriyeyê diavêjin derdikeve û qebûl nake. Berekat, axaftina xwe wiha qedand: “Hêzên koalîsyonê, demekî kin berê bi avadaniyên siyasî û leşkerî yên hemû hêzan re cuda cuda civîn li dar xist. Hewl didin peymana 10’ê Adarê bixin meriyetê. Agahî li ber destê me hene ku Îlham Emed demekî nêz berê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî re hevdîtin kiriye. Hevdîtin qut nebûne lê pir giran dimeşin. Ji bo ev hevdîtin bi rêk û pêk bên kirin, divê gav bên avêtin. Divê şerê li Sûriyeyê bê sekinandin. Divê sererastkirinên HTŞ’ê derxistin û derdorên cuda tune dihesibînin bên guherandin. Divê biryarên têkildarî hilbijartinên parlamentoyê jinûve bên nirxandin. Ya herî girîng jî divê Tirkiye hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Rêveberiya Şamê Tirkiyeyê weke hêzeke dagirker nabîne û ev cihê şermê ye. Li Efrînê perwerde bi zimanê Tirkî tê dayin û pereyê wê lîreyê Tirk e. Her tişt kirine Tirkî. Li her cihê Tirkiye lê ye rewş wiha ye. Divê Tirkiye ji vir derkeve û xelkê wir lê vegere. Divê ev gav bên avêtin û êriş bên sekinandin. Nexwe mimkin nîne li Sûriyeyê çareseriyek çêbibe.”    MA / Ahmet Kanbal