Sala 45'emîn a derbeya 12'ê Îlonê: Ne ji bîr kirin ne jî paş de gav avêtin 2025-09-11 09:20:04   AMED - Kesên ku di dema derbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bi îşkenceyên giran re rû bi rû man, gotin: "Berxwedanê encam da, destkeftiyên niha yên Kurdan mîrateyeke ji wan rojan in."   Çil û pênc sal di ser derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî re derbas bûn. Piştî derbeyê ku ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Kenan Evren ve hat birêvebirin, rewşa leşkerî hat ragihandin. Partiyên siyasî, digel bi sedan sendîka û rêxistinên civaka sivîl, hatin girtin. Milyon û 683 hezar kes hatin fîşkirin, 210 hezar doz li Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) hatin vekirin û 230 hezar kes hatin darizandin. 7 hezar kes bi cezayê îdamê hatin darizandin û li 517 kesan cezayê îdamê hat birîn û ji van 50 kes hatin îdamkirin.   Di dema derbeyê û piştî wê de ji deverên di navenda pêkanînên dijmirovahî yên derbeyê de girtîgeh hebûn. 300 kes di bin şert û mercên gumanbar de ji ber îşkence û miameleya xerab mirin. Di serdema piştre de, hat belgekirin ku 171 kes ji ber îşkenceyê mirine.   Navenda derbeya leşkerî Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê bû. Esat Oktay Yildiran û tîma wî her cure rêbaza îşkenceyê li ser girtiyan ceribandin. Lê berxwedana li hemberî îşkenceya dijwar jî pir mezin bû. Girtiyên PKK'ê, ji ber ku îşkenceyê red kirin, girtîgehê veguherandin navendeke berxwedanê.   LI DIJÎ TESLÎMBÛNÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ   Xweşewitandina yek ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan, di 21'ê Adara 1982'yan de, berxwedan hîn bêtir gur kir. Ev berxwedan di 17'ê Gulana 1982'yan de bi beşdarbûna Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner berdewam kir. Ev çar kes ji ber kiryarên xwe di bîra me de wekî "Çar" bi cih bûne. Berxwedan, bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ku ji hêla pêşengên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ve pêş ket, gihîşt lûtkeyê.    Her çend berxwedana li Hejmar 5'an hewlên derbeyê têk bir jî, kesên ku di binpêkariyan de li Tirkiye û Kurdistanê berpirsiyar bûn nehatin darizandin. Derbekar Evren di 18'ê Hezîrana 2014'an de bi cezayê muebedê yê girankirî hat cezakirin. Dadgehê, bi kêmkirina îhtiyarî, ceza guherand cezayê muebedê. Evren ku rojekê jî di girtîgehê de nema, di 10'ê Gulana 2015'an de, dema ku cezayê wî li Dadgeha Bilind bû, mir.   Çil û pênc sal derbas bûn, lê Destûra Bingehîn a ku ji hêla derbekaran ve hat amadekirin nehatiye guherandin û binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan qet bi dawî nebûne.   2 PIRS PIRSÎN Û GIRTIN   Serokê Komeleya 78'an Ahmet Candan, yek ji wan kesan bû ku di dema derbeyê de li Girtîgeha Hejmar 5'an îşkence lê hatiye kirin. Candan ku çar meh beriya derbeya leşkerî hatiye girtin, wiha behsa wê demê kir: "Piştî ku wan ez binçav kirim, wan pirsî, 'Xwendina te heye?' Min got, 'Ez mezûnê lîseyê me.' Wan pirsî, 'Ma tu li cîhekî dixebitî?' Min got, 'Naxebitim.' Piştre wan ez girtim û gotin, 'Ev xeternak e.' Hemû rewş ev bû. Di 15'ê Gulana 1980'yî wan ez tenê bi van pirsan girtim."   Candan, destnîşan kir ku di dema pêvajoya derbeyê de tevgerên ciwanan li seranserê cîhanê xurt bûne û bandor li Tirkiye û Kurdistanê kirine û derbe bi armanca destwerdana vê pêvajoyê hatiye kirin. Candan her wiha diyar kir ku tevgerên çepgir ên li Kurdistanê di dema pêvajoya derbeyê de ji hêla dewletê ve wekî "xeternaktir" hatine dîtin.   24 SAET ÎŞKENCE   Candan, tiştên li Hejmara 5'an qewimîne bibîr xistin û got: "Wan wekî mirovan li me nedinêrî. Wan weki 'dijmin' li me dinihêrî. Wan her welatparêz û sosyalîstek girtin. Carinan mirov ji axaftina li ser tişta qewimî şerm dikin. Ji bo me pir zehmet e ku em vê yekê bibêjin. Ewqas îşkence, zilm û zordarî hebû... 24 saetan îşkence li me dihat kirin. Ne nan hebû, ne xwarin hebû, ne av hebû, ne hewa hebû. Carinan me nedikarî nefesê jî bistîne."   Candan, destnîşan kir ku wan nekarîn parastinekê pêşkêş bikin, mudaxile li parêzeran dihat kirin û parêzerên ku dixwestin vê bikin di demeke kurt de dihatin girtin û got: "Dema ku ez çûm cem parêzer, leşkeran ji min re digot, 'Divê tu tenê bibêjî 'Bi xêr hatî' û dû re divê tu bêdeng bimînî.' Ji ber ku min çend gotinên din gotin, saet û nîvekê îşkence li min kirin. Wan gef li parêzerê min jî xwarin û ez careke din nekarîm wî bibînim."   Candan, bilêv kir ku berî derbeyê, parêzeran ji wan re gotiye, "Rewş wê pir xirab bibe. Barê dîrokê niha li ser milên we ye; di girtîgehan de mekanîzmayeke derbeyê heye ku biryardar e her tiştî biqedîne" û çar meh piştî van gotinan, derbe pêk hat. Candan, got: "24 saetan îşkence hebû. Xew tunebû. Tiştê din ku hûn dizanin, derî vedibû û em dihatin kuştin. Ew me derdixistin dixistin laximê. Carinan kef ji devê me dihat. Ew me derdixistin da ku em nemirin. Mirovên seqet dibûn hebûn. Hin kesan serê xwe li dîwaran dixistin û ji ser hişê xwe diçûn, hin kesan xwe dişewitand û xwe daldiqandin. Mesela qawîşa me kapasîteya wê 60 kes bûn, 25 kes seqet bûn. Me jî li wan mêze dikir."    BERXWEDAN BI SER KET   Bi domdarî Candan diyar kir ku ew gihîştine asta ku digotin, "Em ê yan mirovahiya xwe biparêzin an jî em hemû dê bimirin," û xwepêşandanên ku li girtîgehan li dijî derbekaran pêk hatine bi bîr xist. Candan, wiha pê de çû: “Nêzîkî 150 kesan di wan girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Biryar hat dayîn ku li ser rêya ku ji hêla kadroyên pêşeng ve hatiye nîşandan berdewam bikin. Wan dest bi berxwedanê kir. Hemûyan bi xetereya mirinê dest bi vê berxwedanê kirin. Piştre, di sala 84'an de, wan dîsa heman pratîk da destpêkirin. Wê demê wan qawîşa dan ber êgir û berxwedanê encam da."   ‘DIVÊ BÎR BÊ PARASTIN'   Candan ku xwest Girtîgeha Hejmar 5 bibe Muzexaneya Mafên Mirovan, wiha dom kir: “Bila bibe Muzexaneya Bîra Rabûrdiyê. Ji bo tunekirina vê bîranînê pêşniyazên curbicur hatine kirin. Hin dibêjin divê bibe muzexane, yên din jî dibêjin bibe cihê geştiyariyê. Divê cihekî bîranînê were avakirin da ku malbat karibin werin û wê bîranînê, çîrokên jiyanê û jiyana wan mirovên hêja yên ku winda bûne bibînin."   TIŞTÊN HATINE SERÊ HUSEYÎN BARIŞ   Endamê komeleyê Huseyîn Bariş (80) yek ji şahidên wê serdemê ye. Bariş dema ku li Mêrdînê wekî Midûrê Şaxa Amûrên Çandiniyê dixebitî, di 16'ê Gulana 1981'ê de li ser îfadeyên şahidan hatiye binçavkirin. Li YÎBO'yê, ku li navçeya Nisêbînê veguherîbû qereqolê, 30 rojan îşkenceyeke giran lê hatiye kirin. Piştre li Fermandariya Cendermeyan a Mêrdînê mehekê îşkence lê hatiye kirin.   Bi mîzansena "îdamê" gef li Bariş hatiye xwarin. Bariş got: "Çavên min girtin û ez birim sêdarê. Ez li ser sêdarê hatim danîn. Ji min hat pirsîn, 'Tiştek heye ku hûn ji malbata xwe re bêjin?' Min got, 'Şeş zarokên min hene. Ya herî biçûk yek salî ye, ya herî mezin 11 salî ye. Her yek ji wan dê li hemberî pergala we ya faşîst li ber xwe bide.' Piştre benik xistin stuyê min û kursiya di bin njigên min de kişandin. Piştre du polîsan ez girtim û danîm xwarê. Wan got ku ew senaryoyek e."   BERXWEDANA DÎROKÎ   Piştî çend hefteyan îşkenceyê, Bariş birine Fermandariya Kolordûya 7'emîn a Amedê. Ew ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Hejmar 5'an.    Bariş destnîşan kir ku îşkenceya ku wî dîtiye li girtîgehê jî berdewam kiriye û got: "Li vir bi şev û roj îşkence li me dihat kirin. Me 24 saetan dengê qîrîna mirovan dibihîst. Mirovan dixistin nav kanalîzasyonê û dibirin hucreyan. Em ji hucreyekê ber bi hucreyekê bênavber rastî îşkenceyê hatin. Ez heta 22'yê Cotmeha 1990'î li vir mam. Em rastî her cure îşkenceyê hatin. Lê ne tenê îşkence hebû; berxwedan jî hebû. Berxwedaneke mezin. Me mîrateyeke berxwedanê hişt ku dê bi tîpên zêrîn di dîrokê de were nivîsandin."   ‘BILA BIBE MUZEYA ŞERMÊ'   Bariş, destnîşan kir ku her gava ku ji ber girtîgeha ku lê îşkenceyên giran hatine kirin derbas dibe, wan rojan bi bîr tîne û got: "Plan hene ku vê derê der veguherînin karsaziyekê. Pêdivî bi cihekî heye ku ew karibin tiştên ku hatine serê me nîşan bide. Lêbelê, di vê qonaxê de, rewşek wisa ne mimkûn e. Em dixwazin ev der bibe muzeya şermê."   'HEVRÛBÛN DIVÊ'   Bariş, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha domand: "Berxwedana destanî ya ku wê rojê pêk hat me aniye vê rojê. Destkeftiyên Kurdan ên niha mîrateya wan rojan in. Gelê Kurd, gavên pêwîst ji bo aştiyê diavêje. Lêbelê, dewletê ji bilî avakirina komîsyonekê gavek jî neavêtiye. Dema ku pêvajo dest pê kir, Devlet Bahçelî bang kir ku birêz Ocalan were û li meclisê biaxive. Divê şertên vê bangê werin bicihanîn. Tecrîd berdewam dike. Çûna Îmraliyê hatiye sînordarkirin. Berxwedêrên 12'ê Îlonê jî dixwazin di komîsyonê de xwedî gotin bin. Daxwazên me yên wekî hevrûbûna bi wê demê û darizandina berpirsiyarên hovîtiyê hene."   MA / Mujdat Can - Fethî Balaman