Dayikên Aştiyê amadekariya konferansê dikin 2025-09-18 12:53:16   AMED - Meclisa Dayikên Aştiyê, beriya konferansa xwe ya ku dê di 18-19’ê Cotmehê de li dar bixe, civiya.    Meclisa Dayikên Aştiyê dê di 18-19’ê Cotmehê de di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de konferanseke mezin li dar bixe. Dayikên Aştiyê, ji bo konferansê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê civîn li dar xist.    Ji Dayikên Aştiyê Havva Kiran, diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Havva Kiranê got: “Serok (Ocalan) ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû dinyayê daxwaza aştiyê dike. Weke Dayikên Aştiyê em jî daxwaza azadiya Serokê xwe dikin ku 27 sal in girtî ye.”    Havva Kiranê, axaftina xwe wiha qedand: “Bila deriyên girtîgehê bên vekirin. Li şûna çek û droneyan em dixwazin dengê aştiyê bibihîsin. Weke Dayikên Aştiyê em dixwazin ku destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin li hewa nemîne. Em bi vî destî bigirin.”