'Divê gava ewil a dewletê azadiya Ocalan be' 2025-09-19 09:17:31 ÊLIH - Dayikên Aştiyê yên Êlihê bilêv kir ku dewlet ji destpêka pêvajoyê ve tu gavên berbiçav neavêtine û xwestin ku dewlet bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gava ewil biavêje.    Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest pê kir, didome. Gelek derdor, dixwazin dewlet û desthilat tavilê gavên berbiçav biavêje. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî, bilêv kirin ku divê dewlet tavilê gavên qanûnî biavêje.    Ji Dayikên Aştiyê Fatma Katligê got: "45 sal in em dibêjin aştî. Em kengî destê xwe dirêj dikin, ço li destê me dixin. Gelê Kurd gavên pir mezin avêtin. Bila dewlet jî tavilê gavan biavêje. Gava dereng bên avêtin, pêşî li ber provakasyonan jî vedibe. Gelê Kurd, ji bo aştiyê tim li qadan e û li ber xwe dide."    Fatma Katligê bilêv kir ku divê biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya der barê Abdullah Ocalan de demildest bê pêkanîn û got: "Bi hezaran girtiyên nexweş û girtiyên siyasî hene. Êrişî cenazeyan dikin, çiyayên me hê jî tên bombebarankirin. Divê dewlet gavên berbiçav biavêje. Heya birêz Ocalan neyê berdan, dê tu wateyeke gavên di pêvajoyê de bên avêtin tune be. Divê tavilê birêz Ocalan bê berdan."    'BILA BI ZIMANÊ ME RE LI HEV BIKIN'   Sûltan Azboyê jî îşaret bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir û got: "Li meclisê komîsyonek hat avakirin. Komîsyona ku dê aştiyê çêbike, karê wê yê ewil astengkirina Kurdî ya dayikan bû. Komîsyona ku bi zimanê me re li hev neke dê biryareke çawa bigire? Avakirina aştiyê ne karê zarokan e. Li dayikên bi peyveke Tirkî jî nizanin ferzkirina Tirkî li dijî mirovahiyê ye. Bila hemû cîhan çavên xwe pak veke, bila pêşî li xwînrijandinê bigire. Em jiyaneke xwîn lê nerije ava bikin."    'EM LI CEM OCALAN IN'   Sûltan Azboyê îşaret bi pêvajoyên berê yên ku dewletê gavên cidî neavêtin kir û got: "Wekî ku birêz Ocalan gotî, bila gavên qanûnî bên avêtin. Em heya dawiyê li cem birêz Ocalan in."    Melehat Sarhanê jî got: "Aştî tenê ne meseleya Kurdan e. Meseleya hemû gelên cîhanê ye. Divê Tirk bêtir ji bo aştiyê bitêkoşin. Zarokên wan jî dimirin. Em Filistinê dibînin. Halê Rojhilata Navînê li ber çavan e. Divê dayikên Tirk jî zarokên xwe ne ji bo şer, ji bo aştiyê amade bikin. Ji dêvla gihandina zarokên netewperest, nijadperest û înkarker divê zarokên baweriya wan bi aştî, demokrasî û azadiyan tê bigihînin. Ji ber vê rola dayikan a di aştiyê de pir girîng e."    MA / Fethî Balaman