Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê 2025-10-23 09:11:04   STENBOL- Akademîsyen Dr. Yildiz Onen diyar kir ku dewlet ji bo misogerkirina pêbaweriya bi pêvajoyê divê hin gavan bavêje û got: "Aştî dê bi kêrî me hemûyan bê."   Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê dest pê kir, neavêtina gavan ji aliyê dewlet û desthilatê ve, li bara civakê dibe cihê fikaran. Gelek derdor tim bilêv dikin ku ji bo pêvajo bi ser bikeve, divê dewlet û desthilat gavan biavêje. Akademîsyen Dr. Yildiz Onenê jî diyar kir ku divê dewlet ji bo serkeftina pêvajoyê demildest gavên qanûnî bavêje.   Yildiz Onenê ku pêvajoyê ji bo Ajansa Mezopotamya (MA) nirxand, diyar kir ku aliyekî pêvajoyê ne tenê desthilat e, dewlet bi xwe ye û got ku Tirkiyeyê ev pêvajo ji mecbûrî daye destpêkirin. Yildiz Onenê destnîşan kir ku pêvajo berdewamiya hewldanên Abdullah Ocalan ê ji bo çareseriyeke demokratîk û aştiyane ne ku ji salên 1990î vir ve didomin û got: "Ev tiştê ku Ocalan bi berdewamî hewl daye bike ev e; 'Werin em biaixivin ka em çawa dikarin pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk çareser bikin.' Koma yekem a heşt kesan ku Yuksel Genç jî di nav de bû, di sala 1999'an de hat Tirkiyeyê. Piştî sala 1999'an, pêvajoya Osloyê, pêvajoya 2013'an û gelek gavên din hatin avêtin. Ev pêvajoya ku em tê de ne berdewamiya van hewldana ye. Di wan pêvajoyan de gelek destkeftî hene. Ya herî girîng, pir eşkere ye ku hebûna Kurdan li Tirkiyeyê û hêza Kurdan li Rojhilata Navînê nayê înkarkirin."   'AVANIYEKE LI SER REDKIRINA KURDAN TÊ XEBITANDIN'   Yildiz Onenê diyar kir ku rejîm ji sala 2016'an vir ve bûye antîdemokratîk û otorîter û got: "Bi hezaran hevalên me hatin girtin û azadiya ramanê ne mimkun e. Di demên dawî de, di operasyonên li dijî CHP'ê de şaredar hatin girtin. Zext pir zêde ne, lê tevî vê jî li Tirkiye civakeke sivîl a pir girîng heye. Ez bawer dikim ku Kurd beşa herî girîng a vê civaka sivîl pêk tînin. Gelê Kurd bi salan e ji bo ku hebûna xwe bide qebûlkirin, wekî ku ew dixwazin were birêvebirin û ji bo gelek daxwazên din têdikoşe. Jin, çapemenî, kesên LGBTQ+ li gelek deveran civakeke sivîl a bihêz heye û desthilata AKP-MHP'ê hewl dide vê hilweşîne. Niha her kes dizane ku avaniya dewletê ya li ser înkarkirina hebûna Kurdan hatiye avakirin nikare bixebite xebitandin û dixwazin ev biguhere."    'BÊYÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DEMOKRASÎ NE PÊKAN E'   Yildiz Onenê bilêv kir ku ew kesên ku li dijî vê pêvajoyê ne, dixwazin tevgera civakî ya li Tirkiyeyê hilweşînin û got ku civaka sivîl garantiya vê pêvajoyê ye. Yildiz Onenê got: "Destê aştiyê yê ji Amedê hatiye dirêjkirin, divê ji hêla Stenbol, Îzmîr û Enqereyê ve were girtin. Ev dest ji Amedê hatiye dirêjkirin. Hin kes hene ku hewl didin pêşî li vê yekitiyê bigirin, lê ez bawer nakim ku ew ê bi ser bikevin. Her ku hûn dengê şer, pevçûn û çekan bêdeng bikin û kêm bikin, dengê aştî, demokrasî, jin, kesên ku li azadiyê digerin û elewiyan wê ewqas bilindtir bibe. Li Tirkiyeyê demokrasî bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd ne pêkan e."    'DIVÊ GAVÊN QANÛNÎ BÊN AVÊTIN'   Yildiz Onenê bi bîr xist ku hikûmet û dewlet di nav salekê de ku pêvajo dest pê kiriye, tu gavên berbiçav neavêtine û got ku ji bo ku biryara fesixkirin û çekberdanê ya PKK'ê were temamkirin, divê rêziknameyên qanûnî demildest werin bicîhanîn. Yildiz Onenê got: "Niha, bi hezaran kes dixwazin werin Tirkiyeyê da ku bi awayekî çalak beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Ji bo ku ev pêk were, divê hin ji qanûnên herî bingehîn werin derxistin û jixwe hat eşkerekirin ku yek armanca komîsyona li meclisê jî ev e. Komîsyona meclisê di meha Tîrmehê de hat avakirin; rêxistinên civaka sivîl tên guhdarîkirin, mirovên ji her qadên jiyanê tên guhdarîkirin. Lê divê ev qanûn niha demildest werin derxistin. Bahçelî ev pêvajo bi mafê hêviyê da destpêkirin, lê hîn jî di vê mijarê de tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Bi dehan daxwazên sereke hene: perwerdehiya bi zimanê dayikê, şiyana xebatê bi zimanê dayikê, zimanê Kurdî li deverên ku nifûsa wan zêde ye wekî zimanê fermî were naskirin û pênaseya destûra bingehîn a hemwelatîbûna wekhev. Kurd piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Lê gava ku dor tê ser pirsa, 'Ma hûn ji vê pêvajoyê bawer dikin? Anku, gelo dewlet dê daxwazên we bicîh bîne? Gelo ew ê pirsgirêka Kurd çareser bike?' bersiv dadikeve dora 50'î. Divê ev gav werin avêtin da ku ev pêvajo baweriyê bide her kesî li Tirkiyeyê."   'AŞTÎ DÊ BI KÊRÎ HER KESÎ BÊ'   Yildiz Onenê bi bîr xist ku piştî bidawîbûna pêvajoya berê şer û pevçûn zêde bûne û wiha got: "Em neçar man ku çend salan di rewşeke awarte de bijîn ku bi hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî ji kar hatin avêtin. Xitimandina van pêvajoyan dê astengiya herî mezin a li pêşiya demokrasiyê li Tirkiyeyê be. Di salên 2000'î de, li Tirkiyeyê xwepêşandanên mezin bi beşdariya zêdetirî 100 hezar kesan pêk hatin. Li Stenbolê di sala 2006'an de, li Kadikoyê 'Meşa Êdî Bes e' hebû ku zêdetirî 100 hezar kes beşdar bûn. Bi deh hezaran kes beşdarî xwepêşandana ku di 15'ê Sibata 2003'yan de li Kadikoyê bi beşdariya pêvajoya li Tirkiyeyê hat lidarxistin bûn. Xwepêşandanên li Amed û Wanê ewqas girseyî bûn ku şopandina beşdariya wan ne mumkin bû. Rêxistinên jinan, rêxistinên LGBTQ+, rêxistinên jîngehê - tevgereke mezin heye. Ez difikirim ku ev hemû bi tena serê xwe hêza tevgerê nîşan didin. Bê guman, ev ezmûn hevdu xurt dikin. Ez bawer dikim ku xwepêşandanên mezin ên salên 2000'î û tevgerên aştiyê yên ku di dema Pêvajoya Aştiyê ya 2013'an de li seranserê Tirkiyeyê belav bûn, dijminatiya di navbera Tirk û Kurdan de ji holê rakirin. Aştî dê bi kêrî her kesî bê. Divê ev neyê jibîrkirin."   MA / Yeşîm Tukel