HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir 2025-10-23 12:24:57 NAVENDA NÛÇEYAN - HPG - NRÇ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk li li Bakurê Kurdistanê li qadên Çewlig, Amed, Herekol û Bestayê opeasyona leşkerî kir û ev hişyarî kir: “Heke pevçûnek derkeve, berpirsyarên wê ew kes in ên ferman dane.”   Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 14-15 û 19’ê Cotmehê de artêşa Tirk li bajarên Çewlig, Amed, Herekol û herêma Bestayê operayonên leşkerî kiriye.    Daxuyaniya HPG-NRÇ’ê wiha ye:    “Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên li bakurê Kurdistanê operasyon û êrişên berfireh kir.   Di 14-15'ê Cotmehê de li herêma li sêgoşeya Çewlig û navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê operasyonek hate kirin.    Di 14-15'ê Cotmehê de li herêma Herekolê ya Botanê operasyonên berfireh hatin kirin.   Di 19'ê Cotmehê de li herêma Bestayê ya Botanê operasyon hate kirin.   Di van operasyonan de ku li hemberî hêzên me yên gerîla yên di pozîsyona agirbestê de ne tên kirin, li gel ku em naxwazin eger rasthatinek li hev rû bide, berpirsyarê encamên vê yekê wê ew îradeya siyasî û leşkerî be ku van hêzan dibe operasyonê.”