Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye? 2025-11-13 12:44:12 RIHA – Rojnamevan Delîl Zîlan, diyar kir ku dê artêşa Sûriyeya nû li gorî modela sazkirin û got: “Peymaneke bi devkî hat kirin ku hêzên Amerîka, Fransa, QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê jî qebûl kirine.”   Guftûgoyên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Şamê de bi Peymana 10’ê Adarê ve hat destpêkirin, derbasî qonaxeke nû bû. Piştî hevdîtina Serokê Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed el-Şara li Washingtonê, Hikumeta Demkî, ragihand ku entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo artêşa Sûriyeyê di navbera Sûriye û Îsraîlê “peymana ewlehiyê” pêk hatiye.   Fermendarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, têkildarî hevdîtinê diyar kir ku bi li ser telefonê bi Nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê Tom Barrack re axiviye û beşdariya Sûriyeyê ji bo koalisyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê ji bo pêşiligirtina gefên li ser herêmê gaveke girîng e. Ebdî, ev tişt got: “Ji bo di Sûriyeyek yekbûyî û ji bo de pêşerojeke bi murefeh û ewle ya welatiyên me em bi havkarên xwe re di nava di nava hevakriyê de dixebitin.”    Di vê çarçoveyê de Delîl Zîlan ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojnamevaniyê dike geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Zîlan, diyar kir ku entegrasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye qonaxeke nû û agahiyên xwe parve kir.    HEVDÎTINA ŞARA-EBDÎ   Zîlan, têkildarî mijarê ev tişt got: “Di qonaxa dawî de gelek caran di navbera Rêveberiya Xweser û şandeya Şamê de gelek caran hevdîtin çêbûye. Bêyî Peymana 10’ê Adarê peyman û lihevkirin bi devkî çêbûne. Bi îmzekirina belgeyên fermî ve pêk nehatiye. Colanî berî rojekî biçe Amerîkayê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtinek kiriye. Ev hevdîtin wek serdanekî bû. Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û hinek rêvebirên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn. Di hevdîtinê de; ewlehiya herêma Rêveberiya Xweser û ya Sûriyeyê hat axaftin. Ji ber ku texrîbatên şerê 14 salan di her warî de bandor li jiyanê kiriye loma bêtir mijarên ewlehiyê derdikeve pêş. Di vê çarçoveyê de ev mijar hatine gotûbêjkirin. Di hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê de şandeya DYA’yê, hêzên koalîsyonê, şandeya Fransayê û şandeya Ingilistanê jî wekî çavdêr beşdar bûne û li ser modeleke artêşê xebat hatine kirin. Têkildarî vê modela artêşê gotûbêjên dûr û dirêj çêbûna ku HSD’ê di nava vê modelê de roleke çawa bigire û dê ewlehiya giştî ya Sûriyeyê çawa be. Herwiha ji bo çareserkirina ewlehiya Sûriyeyê di modela li ser modela HSD’ê lihevkirinek çêbûye. Ev lihevkirin ji aliyê hêzên Amerîka û Fransayê ve hatiye qebûlkirin û HSD û û Hikumeta Demkî ya Şamê di vê mijarê de li hev kirine.”   ‘HSD’ê POZÎSYONA XWE BIPARÊZE’   Zîlan, geşedan ragihand û ev tişt destnîşan kir: “Di hevdîtina Colanî û Mezlûm Ebdî de hejmara leşkeran jî hatiye hatiye axaftin. Ebdî hejmara hêzên xwe yên leşkerî wek 100 hezar, Colanî jî wek 30 hezar vegotine. A rast li Sûriyeyê artêşek tune. Artêşa Hikumeta Demkî nîne. Artêşa nû ya ku hêzên koalîsyonê jî qebûl kiriye dê modela leşkerî ya HSD’ê be. Jixwe navekî HSD’ê heye, dê wekî tümen li herêma Rêveberiya Xweser pozisyona xwe biparêze. Tevlibûna Sûriyeyê ji bo nava Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ’ê zelal bûye. Hêzên HSD’ê yên profesyonel hene; HAT, YAT hêzên antî terorê ne. Bicihbûna van hêzên ji bo nava tevahiya Sûriyeyê bi devkî zelal bûye. Sedema vê ev e ku niha li Sûriyeyê artêş nîne. HSD’ê entegreyê nava artêşa Sûriyeyê bibe, lê dê entegreyê ku bibe ne diyar e. A rast ev xwestek ji aliyê Hikumeta Şamê ve hatiye rojevê; bila HSD li herêma xwe bimîne em jî modela artêşê amade bikin. Piştre em ê artêşa Sûriyeyê damezirînin. Niha rewşa leşkerî wiha ye.”    ELEWÎ Û DURZÎ: GER HSD HEBE TEMÎNAT HEYE   Zîlan, diyar kir ku gelên din ên li herêmên Sûriyeyê dijîn jî hatiye nîqaşkirin û wiha pê de çû: “Nexşerêya Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo demokratîkkirin û ewlehiya herêmekî ye. Ji despêkê ve wiha bû û di çarçoveya rêgezê de wiha domandin. Li gorî daxuyaniyên Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê wiha ye. Daxuyaniya Mezlûm Ebdî ya têkildarî entegrasyonê li peravê û li Siwêda ya bajarê Durzan û li gelek deveran kelecan çêkir û şîroveya ‘ger HSD hebe can û malê me di nava ewlehiyê de ye’ hat kirin. Di nava salekî de HTŞ’ê gelek tiştên nexweş kir. Li peravê bi dehan Elewî qetil kir, ger biketa Siwêdayê niha Siwêda di qirkirinê de derbas kiribû û jixwe gelek komkujî pêk anîn. Ji ber vê yekê entegrebûna HSD’ê di nava artêşê de ji bo gelên din jî pir girîng e. Mazlûm Ebdî got ku gelek mijar gotûbêj kirine.”   ‘TIRKIYE JI BO ASTENGIYÊ HEWL DIDE’   Zîlan, diyar kir ku li pêşiya van geşedanan astengî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye astengiyeke cidî çêdike. Tirkiye ji bo Kurd nebin xwediyê statüye û tiştekî bidest nexin, ji bo astengiyê hewl dide. Heta niha hewl da ku bi SMO ya paramîltîter ve asteng bike. Di heman demê de di qada dîplomatîk de jî ji bo astengiyê hewl da. Li Sûriyeyê pozisyona wan qels bû. Tirkiye di vê qonaxê de neçar e ku vê yeke qebûl bike.”    ‘YPJ DERVEYÎ NÎQAŞÊ YE’   Zîlan rewşa YPJ’ê nirxand û got: “Dê YPG û YPJ wek pêkhateyên HSD bîminin. Rewşa YPJ ne derveyî müzakere û nîqaşan e. Li cihê ku HSD hebe dê YPJ jî hebe. Şoreşa Rojeva wiha hat avakirin. Êdî ev pergal e. Ji ber vê yekê modela artêşê çi be dê YPJ jî di nav cih bigire.”   ‘DÊ QADA HSD’Ê BERFIREH BIBE’   Zîlan destnîşan kir ku di avakirina nû ya Sûriyeyê de dê rewşa Rêveberiya Xweser bihêztir bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibînin ku Rêveberiya Xweser bi rastî dikare Sûriyeyê xilas bike. Tevlibûna Hikumeta Demkî ji bo nava Koalîsyona Navneteweyî, li qadê bêqîmet e. Operasyonên li dijî DAIŞ’ê dê ji aliyê HSD’ê ve bên kirin. Dê qada HSD’ê berfireh bibe û tenê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve sînordar nemîne. Dê li tevahiya Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê têbikoşe.”    MA / Melîk Varol