Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin 2025-11-14 11:11:24 AMED - Prof. Dr. Nîlgun Toker diyar kir ku divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve were misogerkirin û got: “Mafê tu kesekî nîne ku careke din xeyalên vê civakê têk bibin.”    Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û di 26’ê Cotmehê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar dane hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişînin “Qadên Parastinê yên Medyayê.” Piştî gavên hatin avêtin, her kes li bendê ye ku dewlet jî gavên şênber biavêje. Ji îmzevanên “Em ê nebin şirîkên vî sûcî” Prof. Dr. Nîlgun Toker ku di 7’ê Çileya 2017’an de bi KHK’ê ji peywira xwe ya li Zanîngeha Egeyê hatibû dûrxistin, têkildarî van geşedanan axivî.    Nîlgun Tokerê diyar kir ku ji roja ji ber îmzeyê ji kar hatine avêtin heta niha tu tiştek neguheriye û got ku divê dewlet gavên radîkal biavêje.    ŞERT Û MERCÊN WÊ DEMÊ HÊJ BERDWEWAM DIKIN     Bi domdarî Nîlgun Tokerê anî ziman ku dema danezana “Em ê nebin şirîkên vî sûcî” îmze kirin, îktîdarê pêvajoya aştiyê bi dawî kiribû, şert û mercên giran hebûn û bûn şahid ku beşeke civakê hatiye cezakirin. Nîlgun Tokerê da zanîn ku wan li dijî helwesta êrişkar a îktîdarê nerazîbûn nîşan dane û got: “Di demeke gel ji ber bidawîkirina pêvajoyê xemgîn de me li dijî tundiya giran a li ser gel îtîraz kiribû. Zext her ku diçû giran dibûn. Niha behsa pêvajoyeke nû tê kirin lê tu şert û merc neguherîne. Hêvîdarim piştre biguherin.”    ‘DIVÊ MERCÊN AŞTIYÊ BÊN AVAKIRIN’     Bi domdarî Nîlgun Tokerê bi lêv kir ku pêvajo weke peymana aştiyê tê domandin û wiha pê de çû: “Berdana çekan, qebûlkirina berdana çekan, bêçekbûn, jiholêrabûna tundiya siyasî û hwd. Di vê çarçoveyê de pêvajoyeke lihevkirinê heye. Bêguman aştî dikare piştî van çêbibe. Lê aştî dê di kîjan şert û mercan de çêbibe, li gorî min di vê mijarê de tiştek li holê nîne. Lê ev hinek jî berpirsyartiya me ye; aştî çi ye divê çawa be, hewceye em li ser vê nîqaş bikin. Tekane fikara min ew e ku em ne xwedî wan şert û mercan e ku van nîqaşan bi awayekî demokratîk û bi aşkerayî bikin. Hêviya min jî ew e ku ev şert û mrec ava bibin.”    ‘EM XWEDÎ LI RÊ Û RÊBAZÊN AŞTIYÊ DERKEVIN’      Nîlgun Tokerê anî ziman ku sedemên mafdar ên gel hene ku baweriyê bi dewletê neyîne û wiha pê de çû: “Ji bo ji dewletê bawer nekin sedem hene. Dewlet bi rehetî maseyekê ji holê radike. Pêvajo girêdayî helwesta dewletê ye û dema fikra xwe guherand jî dikare bi awayekî neyînî biguhere. Em naxwazin êdî careke din heman tişt çêbibe. Mafê vî welatî, vê civakê nîne ku careke din vê rewşê bijî. Lewma ji bo xwedîderketina baş divê em rê û rêbazan bibînin.”   ‘PKK’Ê BIRYAREKÎ ŞOREŞGERÎ DA’     Bi domdarî Nîlgun Tokerê biryarên Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got: “Tevgereke bi têkoşîna çekdarî hebûna xwe ava kirî, bi têkoşîna çekdarî nasnameya xwe ava kirî, biryarê dide ku dê têkoşîna çekdarî bi dawî bike, xwe fesix bike û biryara guherandina rêbazê dide. Bêguman ev yek, di dîroka wê tevgerê û meseleyê de kêliyeke şoreşgerî ye. Ev, tiştekî pir hêja ye.”    TEMÎNATÊN HIQÛQÎ   Nîlgun Tokerê destnîşan kir ku divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve were misogerkirin û wiha pê de çû: “Pêvajoyên wiha her tim pêdivî bi temînateke hiqûqî heye. Ez nizanim dê ev temînat çawa be. Di esasê xwe de tişta divê were misogerkirin ew e ku civak bikare bi rehetî biaxive û pêdiviya bi diyalogê ye. Ji bo vê jî çarçoveyeke amade di destê me de heye. Di demeke hemû mafên mirovan tên binpêkirin û tu daxwazeke maf nayê kirin de dê têkoşîna edaletê çawa were meşandin nizanim. Divê rêgez û nirxên mafên mirovan xwe dispêrinê dîsa bibin rêgez dewlet û saziyên wê ku em bikarin xwe di ewlehiyê de hest bikin.”    BANGA XWEDÎDERKETINA LI AŞTIYÊ   Nîlgun Tokerê anî ziman ku aştî ji bo gelan şenseke û divê her kes li dora wê bicive û têbikoşe. Nîlgun Tokerê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev şens ji dest me neçe. Ji bo vê jî divê em rêyên rast peyda bikin. Dewleteke mafên mirovan nas neke, nikare meseleya Kurd jî çareser bike.    MA / Fethî Balaman