Zivistan barê wan ê aborî giran dike 2025-11-15 09:10:07   WAN – Li Wanê ku mehên zivistanê dijwar in, bihayên zêde yên elektrîkê, gaza xwezayî û sotemeniyê di warê aborî de barê welatiyan giran dikin.    Krîza aborî ya li Tirkiye û Kurdistanê her ku diçe kûrtir dibe. Di mehên zivistanê de, dema ku derfetên kar kêm in, pêdiviya sotemeniyê hîn bêtir diyar dibe û bandorên xizaniyê girantir dike. Gelek malbat ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên germkirinê zehmetiyan dikişînin. Di heman demê de bihayên gaza xwezayî û sotemeniyê yên zêde rojane li van pêdiviyan zêde dibin. Bi nêzîkbûna zivistanê re, fatûreyên welatiyan jî zêde dibin. Li Wanê ku zivistanên sar lê serdest in, berî zivistan bê fatûre zêde tên. Welatiyan xwest ku çareyek ji vê re bê dîtin.    Makbule Bartûyê ku diyar kir ku ew nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin û got: "Elektrîk, gaza xwezayî û av pir biha ne. Heta ardê ku em ji bo pijandina nan dikirin jî pir biha ye. Ne birçî ne têr, em hewl didin ku debara xwe bikin. Heta niha, li Kurdistanê rewşa şer hebû. Ew tevahiya budçeyê li ser çek û guleyan xerc dikirin. Çiyayên me di operasyonên leşkerî de dihatin bombebarankirin. Vî şerî aboriyê wêran kir. Niha pêvajoya aştiyê heye. Vê carê ew ê budçeyê ji bo çi veqetînin? Êdî divê ji bo aboriyê xerc bikin û van deran jiyanbar bikin. Zivistan tê û hewa pir sar dibe. Bihayên komir û êzingan li gorî par hîn bêtir zêde bûne û debara jiyanê pir zehmet bûye. Lê tevî van hemû zehmetiyan, pêvajoyeke aştiyê heye. Ger gav li gorî pêvajoyê werin avêtin. Em lêçûna balafir, tank û topan ji bo komir, gaza xwezayî û elektrîkê xerc bikin. Êdî bila şer çênebe, xwîn neyê rijandin û aştî çêbibe."    'BILA AŞTÎ ÇÊBIBE'   Bahar Abî anî ziman ku ew ji bo dabînkirina pêdiviyên malê, zehmetiyên zivistanê û gelek lêçûnên din zehmetiyan dikişînin û got: "Kurekî min heye û ew çûye bajarekî din li ser înşaetê dixebite. Duh kurê min ji şantiyeyê ket û birîndar bû. Zivistan hat û lêçûn zêde bûne. Gaza xwezayî, elektrîk, av, komir û dar hemû bi ser hev de hatine. Kar tune ye, tiştek tune. Hêza kirînê pir kêm bûye. Em çawa dikarin debara xwe bikin? Fatûreya avê pir zêde ye. Fatûreya avê ya mehekê 4 hezar TL ye; ez ê çawa bidim? Ez êdî nikarim debara zarokên xwe bikim. Ez çûm nexweşxaneyê, hebek bi 300 TL'yî bû. Îjar em ê çawa karibin baş bibin? Kevirê ku bi navê komir didin me di zivistanê de naşewite; ew tenê dûmanê derdixe. Em hewl didin bişewitînin, lê dûman pir zêde ye. Hefteyek e em gazê dişewitînin, fatûre 900 lîre ye. Çawa dibe ku kesek nikaribe pêdiviyên xwe yên rojane bicîh bîne? Ger aştî hebe, ev zehmetî dê werin çareserkirin."    'EM BI HÊVÎ NE'   Yusuf Aslan diyar kir ku aboriya welêt pir xirab e û ew nikare debara xwe bike û got: "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şensek e ji bo em ji vê krîzê derkevin. Werin em hemû bi hev re di nava aştiyê de bijîn. Xelk di rewşeke aborî ya pir xirab de ne û nikarin debara xwe bikin. Ez çûm bazarê û min ji bo sê kîsikên biçûk ên sebzeyan hezar lîre da. Mirovan pir mexdûr kirin. Em ji pêvajoya aştiyê hêvîdar in. Ger aştî çêbibe, her tişt dê baş be. Min gaza xwezayî saetekê vekir da ku xênî germ bibe, lê fatûre nêzî hezar lîreyî hat. Fiyet pir biha ne."   MA / Ozlem Yacan