Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê: Divê cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ bê daxwazkirin 2025-11-17 14:37:56   STENBOL - Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê danezanek weşand û got: “Divê were daxwazkirin ku biryarên DMME’yê yên têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên da ye, bên cîbicîkirin.”    Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ji bo di rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih bigire, danezanek weşand. Di danezanê de hate gotin ku komîsyona hatiye avakirin ji bo pêkvejiyaneke aştiyane ya li Tirkiyeyê gelek girîng e û xwest madeyên wan amade kirine di raporê de cih bigirin.    Di danezanê de îşaret bi pêvajoya heyî hate kirin û wiha hate gotin: “Komîsyonê, li gel rayedarên dewletê, her wiha li nûnerên derdorên civakî û rêxistinên civaka sivîl guhdarî kir. Niha gihiştiye wê astê ku raporekê amade bike û pêşkeşî Meclisê bike. Li hêla din sepanên derhiqûqî ku îktîdar civak û qada siyasî dorpêç dike, didomin. Daxwaza aştiyê ya civakê zêde ye lê bêbawerî serwer e. Ev jî dike ku hin derdorên civakê di mijara aştiyê de qaneh nebin.”    ‘JI BILÎ DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ TU RÊYÊN DIN NÎNIN’    Bi domdarî hate gotin ku biqasî gavên divê ji bo aştiyê bên avêtin, di mijara maf û azadiyan, edalet û hiqûqê de jî kêmasî hene û hate destnîşankirin ku di vê mijarê de rapora komîsyonê hêj girîngtir dibe.    Hewldanê xwest ev daxwazên wan di raporê de cih bigirin:   “*Hewceye were destnîşankirin ku di serî de biryarên DMME û AYM’ê, hemû biryarên teqezbûyîn lê hêj nehatine cîbicîkirin, li gorî hukmên Destûra Bingehîn û Qanûna Dadgeha Cezayan bên cîbickirin.    *Di raporê de divê îşaret bi bidawîkirina sepana tayînkirina qeyûmanan bê kirin û were xwestin ku biryarên di vê mijarê de ji hêla meqamên îdarî û darazê ve yekser bikevin meriyetê.    * Di raporê de hewceye were destnîşankirin ku operasyonên li dijî rêveberiyên herêmî bên bidawîkirin, li gorî îçtîhadên DMME û AYM’ê û rêgez û qeydên hiqûqa gerdûnî bên meşandin. Divê were xwestin ku kesên ji peywirê hatine girtin vegerin ser karê xwe û sepanên daraza siyasî bên bidawîkirin.    *Ji bo guherîna îktîdarê partiya siyasî ya herî xurt CHP ye û bi operasyonên li dijî ÎBB’ê bi aşkerayî tê astengkirin. Ev yek hewldana bidawîkirina demokrasiya Tirkiyeyê ye. Di raporê de divê were gotin ku ev nayê qebûlkirin û daraz li gorî rêgezên dewleta hiqûqê tevbigere.    *Têkildarî verastkirinên zagonî yên pêwîstiya pêvajoyê pê heye, ji bo endamên rêxistina xwe fesixkirî daxwaza verasetkirinên ‘hiqûqa veguhêz’ bike, rêyeke ku ev kes bikarin tev li siyaseta demokratîk û civakê bibin peyda bike û damezirînerê rêxistina xwe fesix kirî bikare bi komîsyonê re hevdîtinê bike.    *Endamên rêxistina xwe fesix kiriye bin an jî nebin, divê hemû girtiyên nexweş tavilê bên berdan. Endamên rêxistina xwe fesixkirî bin an jî nebin, divê bêyî cudahî were kirin ji bo hemû girtî û hikûmxwarên siyasî verasetkirineke efûya siyasî ya giştî bikeve meriyetê.    *Hewceye were daxwazkirin ku biryarên têkildarî ‘mafê hêviyê’ yên DMME’yê ku Abdullah Ocalan û kesên cezayê muebbeda girankirî lê hatiye birîn nikarin jê sûd bigirin, tavilê bên cîbicîkirin. Mijara ‘mafê hêviyê’, ji bo xurtkirina rewatiya pêvajoyê gelek girîng e.    *Ji bo jiholêrakirina Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê, pênaseya terorê ya ku dibe sedema binpêkirinên mafên sereke û li dijî mafên mirovan û azadiyan e, daxwaz bê kirin. Di mijara mavên civîn, çalakî, xwepêşandanan û sansura li ser medyaya dijîtal jî di mewzûatan de guhertin bên kirin.    *Weke encam, dixwazin jê re bibêjin ‘Tirkiyeyê bêteror’ dixwazin bibêjin ‘aştî û civaka demokratîk’, ji bilî avakirina dewleteke mafên mirovan, azadiyên sereke esas digire û sepanên dewleta hiqûqa navneteweyî dixe meriyetê, tu rêyeke din nemaye.     *Di rewşeke ku xizanî roj bi roj mezintir dibe de ji bo parvekirineke adilane ya dahatê, hewceye budçeya mezin a ji bo şer û operasyonan tê veqetandin ji bo pêdiviyên gel bên xerckirin. Ev yek dê bibe encamekî giran a aştiyê. Em dixwazin fikr û nêrînên me esas bên girtin. Piştî ewqas êş û wêraniyê, ev welat êdî aştî û demokrasiyê heq dike.”