ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-18 09:00:42   *Fermandara YJŞ'ê Dilvîn Şengaliyê bal kişand ser girîngiya xweparastinê û got: "Ji rastiya jina rêxistinkirî nerehetiyeke cidî heye. Tevgera azadiya jinan di dilê desthilatdaran de bûye tirseke mezin. Divê em vê tirsê mezin bikin."   * Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Yasîn Aktaş diyar kir ku ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  pêdivî bi tu verastkirina qanûnî jî nîne û wiha got: "Em aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne. Ger peyman were bicihanîn, 'mafê hêviyê' jî dikare were bicîkirin."   * Berdevkê Demê yê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz destnîşan kir ku sedema gavneavêtina desthilatdariyê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk "dirêjkirin" e û got: "Aştî  bi bernameya têkoşîna hevpar a hemû bindestan ve dikare bê geşkirin."   * Dayika 3 zarokan Rojbîn Nergîzê diyar kir ku di wêneyekî de ew şibandina kesekî ku jiyana xwe ji dest daye û ji ber vê yekê dozek der heqê wê de hatiye vekirin û got: "Ew kes ne ez im, ez edaletê dixwazim."   * Komeleya Jinan a Rosayê, ji bo darizandina Erdogan Esmer ku Nîlay Esmer qetil kir dê li Qada Şêx Seîd a Amedê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Meclisa Jinan a DBP'ê dê rapora xwe ya "Atolyeyên îdeolojiya rizgariyê ya jinan" li rêxistina DBP'ê ya Qereçobanê bi beşdariya Hevseroka Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçarê  aşkera bike. (13.00) ZINDÎ   * Li gelek bajaran dê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de çalakî û xwepêşandan bên lidarxistin. (13.00-17.00)    * 750 sazî, platform, înîsiyatîf, partî û komên civakî dê têkildarî zimanê Kurdî û daxwazên xwe bi dirûşma "Ji bo zimanê xwe yê dayikê Kurdî em bi hev re dengê xwe bilind bikin" deklarasyonê aşkera bikin. (13.00) ZINDÎ   * Partiyên siyasî yên li Meclisê dê civînên xwe yên heftane li dar bixin. (10.45-13.30)   * Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê îro bicive û li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin gundarî bike. (15.00)