Aktaş ê OHD'î: 'Tu astengiyek li pêşiya pêkanîna mafê hêviyê tune ye' 2025-11-18 09:04:13 RIHA - Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Yasîn Aktaş diyar kir ku ji bo pêkanîna mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  pêdivî bi tu verastkirina qanûnî jî nîne û wiha got: "Em aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne. Ger peyman were bicihanîn, 'mafê hêviyê' jî dikare were bicîkirin." Tevî ku 11 sal di ser biryara "binpêkirina mafê hêviyê" ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve di sala 2014’an de hatibû dayîn, derbas bûne jî, Tirkiyeyê tu amadekarî nekir. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di biryara xwe ya demkî ya di navbera 15-17’ê Îlonê de, Tirkiye vexwend ku amadekarî bike û berpirsiyarî êdî ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê ye.   Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Yasîn Aktaş, bal kişand ser biryara DMME’yê û binpêkirinên mafan ên ku ji ber rejîma muebeda girankirî derketine holê. Aktaş anî ziman ku divê Tirkiye berpirsiyariyên xwe yên der barê Abdullah Ocalan de dereng mane, bîne cî.   'DIVÊ BERPIRSIYARÎ BÊN BICIHANÎN'   Aktaş, bi bîr xist ku di sala 2003’yan de parêzerên Abdullah Ocalan bi hinceta ku rejîma înfazê ya muebeda girankirî qedexeya îşkence û sepanên nebaş binpê dike, serî li DMME’yê dabûn û di encama vê serlêdanê de jî dadgehê di 18’ê Adara 2014’an de biryar da ku "mafê hêviyê" hatiye binpêkirin. Aktaş, destnîşan kir ku Tirkiye divê vê biryarê bi cî bîne û wiha got: "Piştî vê biryarê, derket holê ku divê rayedarên Tirkiyeyê li ser vê yekê verastkirineke nû ya qanûnî çêbikin. Lewma biryarên DMME’yê ji bo Tirkiyeyê girêdêr in. Li gorî xala 90’î ya destûra bingehîn, ger di navbera peymanên ku Tirkiye aliyekî wan e û xalên qanûnan de nakokî hebe, peyman tê esasgirtin. Niha em li vê xala destûrê dinêrin, pêwîst e rayedarên Tirkiyeyê têkildarî vê biryarê ji bo rêzdar Ocalan de gavekê biavêjin. Lêbelê, piştî biryara sala 2014’an, em di sala 2025’an de ne; nêzî 11 sal û nîv e ev biryar heye. Tu gaveke der heqê vê biryarê de nehatiye avêtin. Sedema vê biryarê jî ew e ku kesên cezayê muebeda girankirî xwarine, hêviya wan a vegera jiyanê, vegere derve nemaye û ev yek di çarçoveya qedexeya îşkence û sepana nebaş de ye. Pêwîst e rayedarên Tirkiyeyê verastkirinên nû çêkin. Bi van verastkirinan, pêwîst e zemin bê amadekirin ku rejîma înfazê ya heyî were nîqaşkirin û derfetên berdana bi şert bên avakirin."   'DIVÊ HELWESTEKE ZELAL BÊ NÎŞANDAN'   Aktaş, anî ziman ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî gelek caran ev mijar aniye rojevê, lêbelê helwesteke zelal nîşan nedaye û wiha pê de çû: "Mixabin di vî warî de tu gavek nehatiye avêtin. 11 sal demeke gelekî dirêj e. Di nava vê demê de, divê herî kêm gavek hatiba avêtin, lêbelê neavêtina tu gavekî bi rastî li dijî hiqûq û peymanên navneteweyî ye. Komîteya Wezîran a Yekîtiya Ewropayê çend caran civîn li dar xistine, lê helwesta Komîteya Wezîran jî di vî warî de ne zelal e. Di şûna ku bêje divê li ser Tirkiyeyê ji bo guherandina qanûnên têkildar, destûr were sepandin, tenê pêşniyazan dike. Ev jî li dijî hiqûq û peymanê ye. Pêngavên ku divê di vî warî de bên avêtin, bi taybetî di çarçoveya muebeda girankirî de, sererastkirina rejîma înfazê ye."   'OCALAN DÊ RÊYA PÊVAJOYA ROJHILATA NAVÎN VEBIKE'   Aktaş, destnîşan kir ku ji bo mafên mirovan pêwîst e rejîma muebeda girankirî dîsa were nirxandin û divê raya giştî jî di vî warî de zextê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwîst e kesên ceza xwarina, hêviya wan hebe ku careke din derkevin derve. Ji bo van verastkirinên qanûnî werin çêkirin, divê hem zexta raya giştî hebe; lewra tu desthilatdarî nikare li hemberî zexta raya giştî bisekine. Ev ne tenê meseleyeke siyasî ye; divê hemû mirov li dijî vê meselê bertek nîşan bidin. Îro li pêşiya me hêj îxtîmala kesekî ku cezayê muebeda girankirî bigire, heye. Heta hetayê mayîna kesekî di girtîgehê dê bibe sedema windakirina hemû hêviyên wî. Bêguman em di hevdîtinên dawî de dibînin ku rêzdar Ocalan hêviyên xwe winda nekiriye. Dibe ku rêzdar Ocalan ji aliyê fîzîkî ve di girtîgehê de be, lê ji aliyê ruhî ve mirovekî azad e. Ew bi raman û pêşniyarên xwe dê rêya pêvajoya li Rojhilata Navîn vebike."   'GER QANÛNA HEYÎ BÊ BICÎANÎNIN, MAFÊ HÊVIYÊ DÊ BÊ BICÎKIRIN'   Aktaş, diyar kir ku Tirkiye bi "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de kete serdemeke nû û destnîşan kir ku muzakevanê sereke yê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Di vî warî de pêwîst e verastkirinên qanûnî bên kirin, da ku rêzdar Ocalan ramanên xwe bi rehetî hem bi Meclisê re hem jî bi raya giştî re parve bike. Lewra ji dema banga rêzdar Ocalan û vir ve şerê fiilî bidawî bû. Êdî em ketin pêvajoyeke ku ji her du aliyan ve mirin tune ye. Ya ku civak dixwaze jî ev e; sîstemeke aştiyê ya ku hemû civak dixwaze heye û aşkera ye ku di nava aştiyê de dê aliyekî wenda neke. Ji ber vê yekê, divê şert û mercên fîzîkî yên rêzdar Ocalan werin vererastkirin, divê şert û mercên wî yên axaftina li Meclisê û axaftina ji raya giştî re werin amadekirin. Rêzdar Ocalan di raya giştî de xwedî bandoreke cidî ye; ango banga wî ya ji aliyê fîzîkî ve dê bandoreke pir mezintir bike. Ev bandor jî dê beşdarîyeke gelekî erênî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike. Verastkirinên qanûnî yên der barê vê de ne zehmet e, di rojekê de dikarin bên çêkirin. A rastî pêwîstî bi verastkirinên qanûnî nîne; li gorî qanûna heyî, ji ber ku em aliyekî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne, ger ew peyman were bicihanîn, 'mafê hêviyê' jî di çarçoveya vê peymanê de dikare were bicihkirin."   MA / Melîk Varol