Ji Marcia Inhorn û Mashuq Kurt peyama hevpar: Divê reformên zagonî têkevin meriyetê 2025-11-20 12:00:19   ENQERE - Antropolog Marcia C. Inhorn û akademîsyen Mehmet Mashuq Kurt, bi peyamekî hevpar gotin: “Hêvîdarin hemû astengiyên li pêşiya Kurdan ku nahêlin bi awayekî tam tev li siyaseta demokratîk bibin, bên rakirin.”    Antropologa feminîst Marcia C. Inhorn û akademîsyen Mehmet Mashuq Kurt, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kir, peyameke hevpar ji DEM Partiyê re şandin.    Peyam wiha ye: “Em radigihînin ku bi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê re ne û piştevaniyê didin gelê Kurd. Hêvîdarin ku ev pêvajo ji bo edalet û wekheviyê bibe gaveke rasteqîn. Ev pêvajo divê bike ku mafên gelê Kurd ji hêla destûra bingehîn ve bên naskirin, beşdariyeke wekhev çêbibe û dawî li cihêkariya salên dirêj e tê domandin bîne. Bi heman awayî, hewceye têkoşîna aştî û demokrasiyê jî weke pêwîstiyeke vê pêvajoyê divê êdî neyê krîmînalîzekirin.    REFORMÊN ZAGONÎ   Em ji dil hêvî dikin ku reformên pêwîst ên pêvajoyê beriya ku bên vehêlandin têkevin meriyetê û hemû astengiyên li pêşiya tevlibûna tam a siyaseta demokratîk a Kurdan bên rakirin. Aştiyeke ku xwe dispêre naskirina mafên gelê Kurd, dê guncaniya civakî xurt bike û di navbera hemû civakên Tirkiyeyê de qada jiyaneke demokratîk berfireh bike. Aştiyeke adilane û berfireh ne tenê dê ji bo Kurdan bibe kêliyeke veguherîner, di heman demê de dê asta herêmî û kûrewî de jî bibe destkeftiye.”    INHORN KÎ YE?   Marcia C. Inhorn, antropolog û zanyarek a feminîst a amerîkayî ye. Li Beşa Antropolojiyê ya Zanîngeha Yaleyê profesor e. Xebatên xwe yên etnografîk ên li Misr, Lubnan û Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb ji bo fêmkirina aliyên çandî yên tiba modern gelek sûdewer bûn. Gelek pirtûk û gotarên wê hene û di qada antropolojiya tibbî de yek ji kesên herî naskirî ye.    KURT KÎ YE?   Mehmet Mashuq Kurt, antropologeke sosyal e û li ser erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê dixebite. Bi taybet jî li ser tundiyê, têkiliyên dewlet-civakê, polîtîkayên ewlehiyê, Îslam, nasname û etnografiyê dixebite. Perwerdeya xwe ya doktorayê di qada antropolojiyê de temam kir û li gelek zanîngeh û saziyên navneteweyî de xebitî.