Li Wanê du kom pev çûn: 2 bira hatin kuştin 2025-11-23 11:38:22   WAN - Duh bi şev li Wanê du kom pev çûn û di pevçûnê de 2 bira hatin kuştin.    Duh di saetên şevê de li Kolana Sedîralti ya Taxa Bahçivan a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di navbera du koman de bi çekan pevçûn derket. Hat zanîn ku ji ewil di navbera du koman de nîqaş derket û demekî kin piştre jî çek hatin bikaranîn. Di pevçûnê de 2 birayên ku navên wan nehatin hînbûn, hatin kuştin.