Ji bo parêzer Epozdemîr ceza hate xwestin 2025-11-27 14:29:45 STENBOL - Di di danişîna doza endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr de dozger xwest bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê were dayin.  Danişîna 3’yan a doza endamê Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Ozdemîr ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”  û “ propagandaya rêxistinê” ê darizandin, li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Gelek hiqûqnasan jî doz şopandin. Dozgeriyê ji îdiaya “propagandaya rêxistinê” daxwaza beraetê û ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” jî ji bo Epozdemîr daxwaza cezayê hefsê kir.    Dadgehê, daxwaza demê ya parêzeran qebûl kir û doz taloqî 29’ê Çileya 2026’an kir.