Ji bo Seyfettîn Tutmaz û Sadun Tutmaz merasîma bibîranînê hat lidarxistin 2025-11-27 15:37:52   AMED – Seyfettîn Tutmaz ê PKK’î û Sadun Tutmaz ê HPG’î di merasîmê de hatin bibîranîn.   Ji bo Sadun Tutmaz (Rûgeş Zinar) ê HPG’î ku di 25’ê Mijdara 2024’an de li herêma Zapê ya Herêma Federa ya Kurdistanê û Seyfettîn Tutmaz (Sîpan) ê PKK’î ku di sala 1995’an de jiyana xwe ji dest dabûn, li hêwaneke li navçeya Rezan a Amedê merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî gelek welatî beşdarî merasîmê bûn. Girseya ku beşdarî merasîmê bû, sîrûda “Çerxa şoreşê” gotin. Piştî sirûdê bi boneya salveger damezirandina PKK’ê sînevîzyonek hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê dirûşmên “Şehîd namirin” hat berzkirin.   Dayika Sadun Tutmaz Sultan Tutmazê got: “Heta mirinê ez ê dev ji doza wan berendim.” Bavê Rûgeş Zinar, Mahmut Tutmaz ji bo birayê xwe Seyfettîn Tutmaz û lawê xwe helbest xwend. Tutmaz, piştî xwendina helbestê, bi dirûşma “Şehîd namirin” ve axaftina xwe bidawî kir.    Piştî xwarinê, merasîm bidawî bû.