Elewiyên Ereb: Divê komkujiyên li Sûriyeyê demildest bên rawestandin 2025-12-02 12:56:57 ENQERE - Elewiyên Ereb ên ku ji bajarên cuda hatin ber Meclisê ku li dijî komkujiyên Elewiyan li Sûriyeyê nerazîbûnê nîşan bidin, gotin: "Divê ev pêkanînên nemirovane demildest werin rawestandin, sûcdar hesab bidin û mexdûr bên parastin."   Nûnerên rêxistinên Ereb ên Elewî yên ku ji Hatay, Edene û Mersînê ji bo protestokirina komkujiyên Elewiyên li Sûriyeyê hatin Enqereyê, li ber Abîdeya Madenvanê ya li nêzî Meclisê daxuyaniyek dan. Daxuyaniya wan a li ber Deriyê Çankayayê yê Meclisê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Komkujiya Elewiyan li Sûriyeyê rawestînin" hat vekirin. Dirûşmeyên wekî "Gelê Elewî ne bi tenê ye" û "Bêdeng nemînin" hatin berzkirin û her wiha pankartên bi nivîsa "Bijî hevgirtina gelan", "Mirovahî li Sûriyeyê tê qirkirin", û "Tacîz, tecawiz û tundiya li dijî jinan li Sûriyeyê rawestînin" hatin hilgirtin.   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Ayten Kordû, Perihan Koca û Celal Firat û rojnamevan û pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugûrlû jî beşdar bûn û piştgirî dan daxuyaniyê. Ozugurlû diyar kir ku divê bêdengiya li hember vê komkujiyê bi dawî bibe û divê Tirkiye û cîhan li dijî vê yekê rabin. Ozugurlû diyar kir ku Tirkiye dikare bi yek telefonê komkujiyê rawestîne û bang li rayedaran kir ku berî ku krîzeke mezin derkeve holê mudaxile bikin.   Serokê Komeleya Hevgirtina Elewiyan a Gelê Ereb (AHAD-DER) Hamît Karaogûllardan diyar kir ku pevçûna demdirêj a li Sûriyeyê niha veguheriye jenosîdeke sîstematîk a li dijî civaka Elewiyan. Karaogûllardan destnîşan kir ku cîhan li hember vê jenosîdê bêdeng dimîne û got: "Raporên mafên mirovan ên pêbawer ên ji qadê û hevpeyvînên bi şahidên herêmî re nîşan didin ku revandina jinên Elewî, tundiya zayendî ya li dijî jinan û pêkanînên nemirovane yên li dijî zarokan gihîştine asta herî bilind. Ev êrîş ji aliyê rejîma Sûriyeyê û hêzên hevalbendên wê ve tên kirin ku herêmê kontrol dikin. Bikaranîna bedenên jinan wekî çekên şer, bêparastina zarokan, tirsandina civakan, neçarkirina kesan ji bo revê, desteserkirina milkên wan û kuştina kesên ku li ber xwe didin, binpêkirinên eşkere yên rêgezên herî bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ne. Divê ev pêkanînên nemirovane demildest bênrawestandin, sûcdar hesab bidin û mexdûr werin parastin."    Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî bertek nîşan da û got: "Ew kesên ku Colanî li qesran pêşwazî kirin, berpirsiyarê vê komkujiyê ne. Divê rayedar li hember komkujiyê bêdeng nemînin. Divê ev komkujî niha raweste. Em bang li Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan dikin ku şandeyek ji parlamenteran bişîne Sûriyeyê. Ger komîsyoneke wisa neçe, em ê wekî DEM Partiyê biçin."   Piştî daxuyaniyê, girse ji bo hevdîtina bi partiyên siyasî yên li Meclisê re çû Meclisê.