Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin 2025-12-03 10:15:55   ŞIRNEX - Ahmet Erçîl ê 12 salî ku duh di Çemê Dîcleyê de wer bûbû û ketibû ber şîpê, cenazeyê wî hat dîtin.    Duh li navçeya Cizîr a Şirnexê hatibû îdiakirin ku Ahmet Erçîl ê 12 salî di çem de wer bûye. Piştî hay pê hat xistin tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Cizîrê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û ji bo zarokê biçûk bibinin bênavber dest bi lêgerînê kiribûn. Di dawiya xebatên lêgerînê de îro danê sibehê cenazeyê Ahmet Erçîl hat dîtin.    Cenazeyê Ahmet Erçîl piştî lêkolîna dozgeriyê ya li cihê bûyerê, ji bo otopsiyê rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.