Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê HATE NÛKIRIN 2025-12-12 11:46:39 TEKÎRDAG - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan budçeya di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo şer hatiye veqetandin bi bîr xist û got: “Ji bo em heqê xwe bêhtir bigirin û ji bo serkeftina têkoşîna ked û aştiyê em we tevekan vedixwînin têkoşînê.” Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di pêvajoyeke ku li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026’an li Meclisê hevdîtin tên kirin de, li dijî krîza aborî û xizaniyê ji bo bilindkirina dengê edaletê ji çar milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşe. Meş, bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” tên lidarxistin. Baskê meşê yê Herêma Marmarayê, li semta Kizilpinar a navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê dest pê kir. Gelek kesên di saetên serê sibehê de hatin semtê, lihev civiyan. Meş, bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hat destpêkirin. Di meşê de dirûşmên "Nan, aştî, azadî" û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Meş, heta Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayiyan domiya.    Bakirhan, piştî meşê axivî û got ku niha ji çar aliyên Tirkiyeyê bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ber bi Enqereyê ve dimeşin û ev tişt anî ziman: “Di demekê li ser budçeyê tê axaftin de em ji bo parastina heq û hiqûqa kedkar, jin, ciwan, cotkar û esnafên biçûk dimeşin. Em ê li  Enqereyê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Di budçeya îktîdarê de dîsa ji bo kesên mûçeyê kêmtirîn digirin, ji bo teqawid, jin û kedkaran budçe tune ye.”    ‘EM Ê REXNE BIKIN’   Bakirhan, got ku ew ê îktîdara budçe çêkirî rexne bikin û wiha domand: “Ji lobiyên faîzê, sermaye û biçekbûnê re budçe heye lê ji bo xwendekaran, jinan, teqawid û welatiyên din nîne. Welatiyên mûçeyê kêmtirîn digirin nikarin heqê kirêya xwe bidin û zarokên xwe bişînin dibistanê. Nikarin têr bixwin û vexwin. Lêbelê Wezîrê Darayî û rêveberên welat di nava xweşhaliyê de dijîn. Ma hûn dikarin debara xwe bikin û heqê kirêya xwe bidin? Nexêr. Piştrast bin ku di rojeva vê îktîdara 23 sal in dostê sermayeyê de hûn tune ne. Me jî li dijî vê ji çar aliyên Tirkiyeyê ve ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin da ku daxwazên kedkar, teqawid û jinan vebêjin. Di demeke hevdîtinên budçeyê tên kirin de em li pêşiya Meclisê mafên kedkar, bindest û jina biqîrin.”   'BILA MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN BIBE 46 HEZAR TL’    Bakirhan, anî ziman ku weke DEM Partiyê ew dixwazin kêmtirîn mûçe bibe 46 hezar TL û wiha got: “Bila salê du caran were zêdekirin. Me got bila piştgiriyê bidin malbatên nikarin debara xwe bikin. Me got bila danekî xwarinê bidin xwendekaran. Pere ji bo CEO'an, ji bo faîz, top û tifingan, operasyonan heye lê ji bo danekî xwarina xwendekaran nîne. Em dibêjin bila budçeyê ji bo kedkaran, jinan bê xerckirin.”   'ÇIMA ADILANE NAYÊ PARVEKIRIN’    Bakırhan, destnîşan kir ku xaka wan berhemdar e lêbelê nikarin debara xwe bikin û got: “Çima adilane nayê parvekirin? Divê îktîdar ji bo parvekirineke adilane berpirsyartiya xwe bicih bîne. Divê di sala 2026'an de kedkar, teqawid û hwd. dîsa terkî birçîtiyê neyên kirin. Heke aştiyeke civakî bibe, divê ji ewil di aborî, edalet û aştiyê de bibe. Bawer bikin edaleta aborî aştiya herî mezin e. Welatî întîhar dikin. Li cîhanê rêjeya întîharê ya herî zêde li Tirkiyeyê ye. Li bajarên xizan ên Kurdan çêdibin. Ev kes belasebeb întîhar nakin. Nikare fatûreya xwe bide lewma întîhar dike. Di budçeyê de para herî mezin bo sermayeyê tê veqetandin. Lê ji bo kesên mûçeyê kêmtirîn digirin budçe tune ye. Dem hatiye ku em vê îktîdarê ji xewê hişyar bikin. Bi têkoşîneke xurt em xwedî li dengê kedkaran derkevin û rastiyê bînin bîra îktîdarê.”    'BIRÊZ OCALAN DERIYEK VEKIR’   Bakirhan, bal kişand ser pêvajoyê û got: “Di hevdîtinên budçeyê yên Meclisê de me tiştekî pir girîng got. Me got ku birêz Ocalan deriyek vekir û ji bo aştiya Tirkiyeyê berpirsyartiyeke mezin li xwe girt. PKK’ê xwe fesix kir, çek tên danîn. Dê Tirkiye aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne. Me got ku milyar dolarên hûn didin sermayeya çekan û lobiyên faîzê bidin kedkaran. Me wisa got lê wan lêçûnên parastina neteweyî û çekan ji sedî 34 zêde kirin. Di demekî behsa aştiyê tê kirin tu çima ji bo biçekbûnê ji sedî 34 budçeyê vediqetînî? Li cihekî şer û pevçûn nebin dê budçeyê ji bo ku derê veqetînî? Ji bo kedkaran, bidestan. Lê ew berevajî vê dikin. Anku we tune dihesibînin.”   'EM Ê TÊBIKOŞIN’   Bakirhan, bal kişand ser têkoşîna yekbûyî û axaftina xwe wiha qedand: “Heke me kedkar, bindest, teqawid, xwendekar, jin û hwd. bikariya têkoşîneke xurt a yekbûyî bimeşandan, ma dê îktîdarê bikariya li dijî daxwazên me bêdeng mabûya? Na. Wê demê em ê çi bikin? Divê em li dora partiya me bicivin û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, aboriyeke adilane û ji bo kesek pirsgirêka debarê ne jî em ê bêhtir têbikoşin. Em soz didin ku dê hem li kolanan, hem li febrîqeyan hem jî li meclisê têbikoşin. Ji bo ked û aştiyê em we tevekan vedixwînin piştevanî û têkoşînê. Heta ku bi milyonan teqawid, ên mûçeyê kêmtirîn werdigirin bêdeng bin dê rewş her wiha be. Em soz didin we ku dê heta dawiyê bi we re bin. Em ê heqê we biparêzin, hiqûqa we biparêzin û Tirkiyeyeke demokratîk ku her kes birûmet tê de dijî biparêzin. Ji sedî 70-80’ê Tirkiyeyê xizan e. Nîviya wê di bin sînorê xizaniyê de dijî. Yên pir em in, yên hildiberînin em in û yên mafên xwe nagirin jî em in. Ji bo heqê wergirin, ji bo serxistina têkoşîna ked û aştiyê em we tevan vedixwînin têkoşînê.”   Piştî axaftinê, girseyê govend gerand. Bi dawîbûna bernameyê re Bakirhan û şandeya pê re vegeriya Esenyurt a Stenbolê.