Li Şamê êrişeke nijadperest: 9 kes birîndar bûn 2026-04-17 18:37:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şamê, di êrişa li hemberî çalakiyekê de 9 kes birîndar bûn.    Li gor Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), alîgirên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrişî protestoya li Qada Yusuf El Azma ya li Şamê kirin. Hat diyarkirin ku komên ku ketin nava çalakvanan dirûşmeyên nijadperst berz kirine û nehiştine dîmen bên girtin û di bûyerê de 9 kes birîndar bûne.    Hat diyarkirin ku rojnamevan Mirlla Ebû Şeneb ku protestoyê dişopandin jî bi êrişê re rû bi rû maye.