AMED - Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren got, divê pêvajo ji “aştiya negatîf” a ku tenê bêdengbûna çekan îfade dike, êdî derbasî pêvajoya “aştiya pozîtîf” a ku dê tê de verastkirinên hiqûqî bên kirin, bibe.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kir, bi gavên şênber ên Tevgera Azadiya Kurd didome. Tevgera Azadiyê bi vekişandina hêzên xwe ber bi “Herêmên Parastinê yên Medyayê”, ragihand ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn a ku guhertinên hiqûqî tê de tên gotûbêjkirin, bûye. Hêj dewlet û desthilatdarî gaveke şênber neavêtine, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren got ku divê pêvajo ji qonaxa “aştiya negatîf” a ku tenê bêdengbûna çekan îfade dike, êdî derbasî qonaxa “aştiya pozîtîf” a ku tê de dê verastkirinên hiqûqî bên kirin, bibe.
Eren diyar kir ku dewlet di polîtîkaya xwe ya zextê de israr dike û ev tişt got: “Rêzdar Ocalan û Tevgera Azadiyê biryarên dîrokî dan. Tevgera Azadiyê nîşan da ku çiqasî girêdayiyê vê biryara stratejîk a rêzdar Ocalan e.”
Eren, rave kir ku divê ji bo qanûnên entegrasyonê gavên pêwîst bên avêtin û wiha pê de çû: “Ya ku rêzdar Ocalan niha bi israr behs dike, qanûnên entegrasyonê ne. Qanûnên entegrasyonê ne helandina di nava neteweya serdest de ye; berovajî vê dê avakirina siberojeke hevpar a gelan di nava pirrengiyê de, parastina ziman, çand û nasnameya xwe pêk bîne. Ji ber vê yekê divê qanûnên entegrasyonê tavilê bên bicîanîn. Ger em vê ravekin; bêguman divê qanûnên tevlîbûna gerîlayên ku dest ji çekan berdane, rêxistinê xwe fesih kirî ne, di nav jiyana civakî, siyasî û demokratîk de misogere bikin, bêne derxistin. Ev gav tenê gerîlayan di nav xwe de nahewîne; di heman demê de dikare wek gava yekem were vegotin ku hemû Kurdên ku heta niha ji hiqûqê hatine derxistin, bi têkiliyên siyasî û pratîka hiqûqî ya dewletê re pirsgirêk jiyane, têxe nava hiqûqê.”
GAVÊN HIQÛQÎ
Eren diyar kir ku derxistina qanûnên ku dê tevlîbûna siyaseta demokratîk pêk bînin, di heman demê de tê wateya misogerkirina siyaseta demokratîk û wiha pê de çû: “Hûn siyaseta demokratîk çawa dixin binê temînatê? Belê, ez hatim û min di nava civakê de cih girt, siyaseta demokratîk birêve dibim; lê heke 'Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK)' hebe, ev ji bo xebata vê siyaseta demokratîk astengiyek e. Ger di Qanûna Cezayan a Tirk de hin verastkirin neyên kirin, ev ji bo siyaseta demokratîk astengiyek e. Herwiha Qanûna Daraza Cezayî, Qanûna Înfazê, Qanûna Partiyên Siyasî, azadiya îfadeyê, azadiya rêxistinbûnê, hemû verastkirinên têkildarî van bi xwe verastkirinên hiqûqî ne ku siyaseta demokratîk misoger dikin. Bêguman, pêkanîna van hemûyan ji bo pêvajoya aştiya pozîtîf pir biqîmet e.”
Eren destnîşan kir ku pêvajoya aştiya negatîf, ango a bêçekbûnê, hin tiştan diselihîne dike; lê pêvajoya aştiya pozîtîf dê azadiya gelan pêk bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Pêvajoya aştiya pozîtîf dê derfetê jiyanê bide çand, ziman û nasnameyên cuda. Di heman demê de, ew ê pêvajoyên ku ziman, nasname, rewşa hemwelatîbûnê û rewşa hemwelatiya wekhev a Kurdan jî misoger bikin. Bêguman, ev pêvajo ne yên demek kurt in dê bi demdirêj bin.”
‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ NASÎN’
Eren, xwest ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser binpêkirina “mafê hêviyê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nasîn û anî ziman ku nehevdîtina komîsyona ku di Meclîsê de hatiye avakirin bi Abdullah Ocalan re kêmasiyek e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gelek deverên cîhanê şer û pevçûn çêbûne, çareseriyên şer çêbûne, pêvajoyên aştiyê çêbûne. Pêvajoyên aştiyê bi têkiliyên rast ve pêkan in. Li Kolombiyayê, ev hevdîtin bi Fermandarê Gerîla yê FARC’ê Timoşenko re pêk hatiye û hemû pêvajo li ser vê yekê rêve çûye. Herwiha bi hevdîtina Mandella yê ku ji aliyê serokkomarê rejîma Apartheid ve weke rêberê aştiyê hate qebûlkirin, pêvajoya aştiyê pêk hat. Herwiha li Nepalê jî, di encama hevdîtinên bi fermandarê bi navê Prachanda re ev aştî pêk hat.”
‘KOMÎSYON DIVÊ BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKE’,
Eren destnîşan kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re dê pêvajoyê bilez bike û got, ger ev hevdîtin pêk were, dê gavên paşîn hem pêşketina pêvajoya aştiya negatîf, hem jî veguherîna wê ya bo pêvajoya aştiya pozîtîf bileztir bike.
MA / Fethî Balaman
