ŞIRNEX - Jinên Şirnexî starta 25'ê Mijdarê bi meş û daxuyaniyê dan.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi tevlêbûna endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) partiyên siyasî, saziyên sivîl û Meclîsa Dayîkên Aştiyê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan meş hat lidarxistin. Jinên ku li Kuçeya Alanyayê kom bûn bi pankarta, ‘Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad û bê tundî ve’ heya Kolana Hunerê meşiyan. Di meşê de wêneyên jinên ku ji aliyê dewleta Tirk û mêran ve hatine qetilkirin hatin hilgirtin û diruşmên, ‘jin jiyan azadî’ û ‘jin jiyan azadî, azad dike Rêbertî’ hatin berzkirin.
Beriya ku meş destpê bike polîsên mêr bi qasî saetekî jin asteng kirin û destûr nedan meşê. Li ser berteka jinan polîsên ku bend danîn pêşiya meşê neçar bûn ku destûrê bidin meşê.
Piştî ku jin gihiştin Kolana Hunerê Aktîvîsta TJAyê Rengîn Onûkê daxuyanî xwend. Rengîn Onûkê got ku ew bi têkoşîna wekhevî û azadiyê 25'ê Mijdarê pêşwazî dikin û wiha axivî: “Em 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, ku bi bîranîn û berxwedana Xwişkên Mirabel bûye sembol, bi têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê ya li dijî şer, tundî, newekhevî û mêtingeriyê pêşwazî dikin. Her sal li çar aliyê cîhanê bi hezaran jin di encama tundiya mêran de tên qetilkirin; li Tirkiyeyê di sala 2024an de 452 û di sala 2025'an de jî heta niha 391 jin bi destê mêran hatine kuştin.”
Rengîn Onûk diyar kir ku ew ê li hember pergala serdestiya mêr têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi dengekî bilind ê ji qadan careke din diqîrin: Li dijî tundiya mêr-dewletê, em jiyanê, aştiyê û azadiyê diparêzin! Meşa me ya îroyîn, ne tenê destpêka çalakiyekê ye; ew îfadeya berxwedana jinan, piştgirî û lêgerîna azadiyê ye di her qada jiyanê de. Sîstema serdestiya mêr, tundiyê ne tenê di malan de; di dadgehan, kolanan, cîhên kar û qadên şer de jî bi awayekî organîze çêdike. Dema ku bi polîtîkayên bêcezahiştinê yên dewletê tundiya mêran mezin dikin, armanc ew e ku gotin, îrade û rêxistinkirina jinan bifetisînin. Girtina dezgehên jinan, girtina siyasetmedarên jin û polîtîkayên qeyûman mînakên herî berbiçav ên zîhniyeta mêr-dewletê û dijminatiya jinê ne.
Rengîn Onûkê herî dawî da zanîn ku têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna azadiya gelan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî TJA careke din destnîşan dikin: Têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna azadiya gelan e. Mafê jiyanê yê jinan, ewlehiya aştî û edaletê ye. Em ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezin bikin. Em ê li her derê, di her qadê de, parastina jiyanê û bilindkirina zimanê azadiyê bidomînin. Têkoşîna jinan, ne tenê nerazîbûnek e, ew damezrandina jiyaneke nû ye. Di vê jiyanê de wê ne zimanê şer, zimanê aştiyê; ne înkar, zimanê wekheviyê; ne mêtingerî, zimanê piştgiriyê bê axaftin.
Ev dengê ku îro li Hezexê bilind dibe, wê bibe dengê hemû jinan û her gaveke ku em di vê meşê de diavêjin, wê rêya jiyana azad veke.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya jinan bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.
