Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin

  • rojane
  • 11:11 14 Mijdar 2025
  • |
img

AMED - Prof. Dr. Nîlgun Toker diyar kir ku divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve were misogerkirin û got: “Mafê tu kesekî nîne ku careke din xeyalên vê civakê têk bibin.” 

 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û di 26’ê Cotmehê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku biryar dane hêzên xwe ji Tirkiyeyê vekişînin “Qadên Parastinê yên Medyayê.” Piştî gavên hatin avêtin, her kes li bendê ye ku dewlet jî gavên şênber biavêje. Ji îmzevanên “Em ê nebin şirîkên vî sûcî” Prof. Dr. Nîlgun Toker ku di 7’ê Çileya 2017’an de bi KHK’ê ji peywira xwe ya li Zanîngeha Egeyê hatibû dûrxistin, têkildarî van geşedanan axivî. 
 
Nîlgun Tokerê diyar kir ku ji roja ji ber îmzeyê ji kar hatine avêtin heta niha tu tiştek neguheriye û got ku divê dewlet gavên radîkal biavêje. 
 
ŞERT Û MERCÊN WÊ DEMÊ HÊJ BERDWEWAM DIKIN  
 
Bi domdarî Nîlgun Tokerê anî ziman ku dema danezana “Em ê nebin şirîkên vî sûcî” îmze kirin, îktîdarê pêvajoya aştiyê bi dawî kiribû, şert û mercên giran hebûn û bûn şahid ku beşeke civakê hatiye cezakirin. Nîlgun Tokerê da zanîn ku wan li dijî helwesta êrişkar a îktîdarê nerazîbûn nîşan dane û got: “Di demeke gel ji ber bidawîkirina pêvajoyê xemgîn de me li dijî tundiya giran a li ser gel îtîraz kiribû. Zext her ku diçû giran dibûn. Niha behsa pêvajoyeke nû tê kirin lê tu şert û merc neguherîne. Hêvîdarim piştre biguherin.” 
 
‘DIVÊ MERCÊN AŞTIYÊ BÊN AVAKIRIN’  
 
Bi domdarî Nîlgun Tokerê bi lêv kir ku pêvajo weke peymana aştiyê tê domandin û wiha pê de çû: “Berdana çekan, qebûlkirina berdana çekan, bêçekbûn, jiholêrabûna tundiya siyasî û hwd. Di vê çarçoveyê de pêvajoyeke lihevkirinê heye. Bêguman aştî dikare piştî van çêbibe. Lê aştî dê di kîjan şert û mercan de çêbibe, li gorî min di vê mijarê de tiştek li holê nîne. Lê ev hinek jî berpirsyartiya me ye; aştî çi ye divê çawa be, hewceye em li ser vê nîqaş bikin. Tekane fikara min ew e ku em ne xwedî wan şert û mercan e ku van nîqaşan bi awayekî demokratîk û bi aşkerayî bikin. Hêviya min jî ew e ku ev şert û mrec ava bibin.” 
 
‘EM XWEDÎ LI RÊ Û RÊBAZÊN AŞTIYÊ DERKEVIN’   
 
Nîlgun Tokerê anî ziman ku sedemên mafdar ên gel hene ku baweriyê bi dewletê neyîne û wiha pê de çû: “Ji bo ji dewletê bawer nekin sedem hene. Dewlet bi rehetî maseyekê ji holê radike. Pêvajo girêdayî helwesta dewletê ye û dema fikra xwe guherand jî dikare bi awayekî neyînî biguhere. Em naxwazin êdî careke din heman tişt çêbibe. Mafê vî welatî, vê civakê nîne ku careke din vê rewşê bijî. Lewma ji bo xwedîderketina baş divê em rê û rêbazan bibînin.”
 
‘PKK’Ê BIRYAREKÎ ŞOREŞGERÎ DA’  
 
Bi domdarî Nîlgun Tokerê biryarên Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxand û got: “Tevgereke bi têkoşîna çekdarî hebûna xwe ava kirî, bi têkoşîna çekdarî nasnameya xwe ava kirî, biryarê dide ku dê têkoşîna çekdarî bi dawî bike, xwe fesix bike û biryara guherandina rêbazê dide. Bêguman ev yek, di dîroka wê tevgerê û meseleyê de kêliyeke şoreşgerî ye. Ev, tiştekî pir hêja ye.” 
 
TEMÎNATÊN HIQÛQÎ
 
Nîlgun Tokerê destnîşan kir ku divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve were misogerkirin û wiha pê de çû: “Pêvajoyên wiha her tim pêdivî bi temînateke hiqûqî heye. Ez nizanim dê ev temînat çawa be. Di esasê xwe de tişta divê were misogerkirin ew e ku civak bikare bi rehetî biaxive û pêdiviya bi diyalogê ye. Ji bo vê jî çarçoveyeke amade di destê me de heye. Di demeke hemû mafên mirovan tên binpêkirin û tu daxwazeke maf nayê kirin de dê têkoşîna edaletê çawa were meşandin nizanim. Divê rêgez û nirxên mafên mirovan xwe dispêrinê dîsa bibin rêgez dewlet û saziyên wê ku em bikarin xwe di ewlehiyê de hest bikin.” 
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI AŞTIYÊ
 
Nîlgun Tokerê anî ziman ku aştî ji bo gelan şenseke û divê her kes li dora wê bicive û têbikoşe. Nîlgun Tokerê, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ev şens ji dest me neçe. Ji bo vê jî divê em rêyên rast peyda bikin. Dewleteke mafên mirovan nas neke, nikare meseleya Kurd jî çareser bike. 
 
MA / Fethî Balaman     
 

Sernavên din

16/12/2025
20:30 Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê êrişê HSD'ê kir
15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê