ENQERE - Fîlozofê Îtalî Mauro Ceruti diyar kir ku ew piştgiriyê dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Ev rêça nû dikare li Rojhilata Navînê bibe mînakeke erênî."
Peyamên piştgiriyê ji akademîsyen, rewşenbîr û nivîskarên ji çar aliyên cîhanê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê dest pê kir, berdewam dikin. Fîlozofê Îtalî Mauro Ceruti, peyamek ji Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) re şand. Ceruti destnîşan kir ku hevdîtinên ku bi banga Abdullah Ocalan re hatine destpêkirin dikarin li Rojhilata Navînê bibin mînakeke erênî.
Mauro Ceruti anî ziman ku diyaloga aştiyê dikare rê li ber pîrozkirina sînoran bigire û pêşengiya civakeke cîhanî ber xwehilweşandinê bigire û wiha got: "Ez piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û ji bo siyasetmedarên Kurd ên ku bi wêrekî û biryardariyê hewl didin ku diyalog, demokrasî û jiyana hevbeş pêşve bibin, diyar dikim. Aştî li ser berpirsiyariyê, naskirina hevbeş û pabendbûna bi pêşerojeke hevpar ava dibe ku tê de cihêrengî ne çavkaniya pevçûnê ye, dewlemendiyeke ji bo civakê ye. Ez piştgiriyê didim hemû kesên ku ji bo vê yekê dixebitin.
DÊ BIBE MÎNAK
Di cîhaneke bi hev ve girêdayî de ku ber bi neteweperestiyên nû û emperyalîzmên nû ve diçe û ji ber vê yekê her ku diçe parçe û bêewle dibe û di hawîrdorekê de ku xetera pevçûnên leşkerî û terorîzmê zêde dibe, diyaloga aştiyê ya di navbera Kurdan û hikûmeta Tirkiyeyê de hêviyeke berbiçav ji bo rêgezeke nû pêşkêş dike. Mafê diyarkirina çarenûsa gelên cuda dikare di çarçoveya dewleteke 'derîsînoran', 'pirneteweyî', an 'kozmopolît'de were parastin ku tê de yekîtî û cihêrengî, serweriya neteweyî û pirçandî, dikarin li hev werin û hevdu xurt bikin. Bi vî rengî, em dikarin ji paradîgmaya homojeniya etnîkî û olî û 'pîrozkirina' sînoran derbas bibin. Ev rêça nû dikare wekî mînakeke erênî li Rojhilata Navînê xizmet bike û di demeke wiha de ku mirovahî bi îhtîmala xwehilweşandineke bêhempa re rû bi rû ye, pêşengiya civakeke gerdûnî ya dewletan bike ku bi rastî girêdayî 'qenciya hevpar' a mala me ya hevpar a li rûerdê."
