Ji bo girtiyê nexweş Mehemt Edîp Taşar banga tehliyeyê hate kirin

Parve bike:

STENBOL - Rêxistinên hiqûqî yên li Stenbolê ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar banga kirin û gotin: “Her roja ku Mehmet Edîp Taşar di girtîgehê de tê ragirtin jiyana wî dixê di bin xeterê.”

 
OHD, TOHAV, ÇHD, THÎV û ÎHD li avahiya ÎHD’a Stenbolê têkildarî girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endamê OHD’ê Baran Elma ve hat xwendin.
 
'REWŞA WÎ DI BIN XETERIYEK MEZIN DE YE' 
 
Baran Elma diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar yê 70 salî ji 27ê Kanûna 2022’yan ve li Girtîgeha Marmareyê ya hejmara 5’an de tê girtin û got: “Îro rewşa Mehmet Edîp Taşar di bin xeteriyekî mezin de ye. Mehmet Edîp Taşar heta îro 19 caran anjiyo bûye. Ji Mehmet Edîp Yaşar nexweşiya dil, şekir, tansiyon, prostat, KOAH û gurçikê heye. Di hevdîtina ya parêzerê xwe re ya 9’ê Sibatê de bi kursiyê biteker ve derketiye. Bi teneya serê xwe nikarê êdî xwarin jî bixwe. Her ku diçe nexweşiyên Mehmet Edîp Taşar dijwartir dibe û divê ameliyat bibe. Di serlêdanan de ji aliyê lijneyên çavderiyê ve biryara “dikarê li girtîgehê de biminê” hate dayîn. Di vê hefteyê de Mehmet Edîp Taşar serî li Dadgeriya Bakirkoyê daye lê hê tu biryar ne hatiye dayîn.”
 
‘DIVÊ MEHMET EDÎP TAŞAT DEMILDEST BÊ BERDAN’
 
Baran Elma destnîşan kir ku girtina Mehmet Edîp Taşar îşkence ye û wiha got: “Mehmet Edîp Taşar di 12’ê Sibatê de dîsa rakirin nexweşxaneyê û anjiyo kirin. Her roja ku Mehmet Edîp Taşar di girtîgehê de tê ragirtin jiyana wî dixê di bin xeterê de û binpêkirina mafê jiyana derdixê holê. Di Paketa Darazê ya 11’emîn de rewşa girtiyên nexweş cih negirt, ev biryar di hiqûqa netewî de tune ye. Divê Tirkiye li pişt peymanên ku îmzekiriye bisekine. Astengiyên ku pêşiya tedawiya girtiyên nexweş divê bê rakirin. Ji bona wê divê Mehmet Edîp Taşar demildest bê berdan.”     
 
Nûçeyên Têkildar
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê
Girtiyên li dijî kamerayên qawişan derketin hatin derbkirin û xistin hucreyê

Hamît Akay û Dogukan Magol ên ji ber protestoyên li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatibûn girtin ji ber nerazîbûna li dijî kamerayên li qawişan hatin derbkirin û xistine hucreyê. Hate zanîn ku Akay û Mogol li dijî vê sepanê ketine greva birçîbûnê.

Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî
Aslan ê piştî 31 salan hate berdan ji bo kurê xwe şîn danî

Bakî Aslan ê piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, ji bo kurê xwe yê du sal berê jiyana xwe ji dest dabû, şîn danî.

Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin
Girtiyê nexweş ê hatibû berdan, hat girtin

Girtiyê nexweş Fîkrî Toglûk ê par piştî rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" hat berdan, piştî rapora duyemîn a "dikare di girtîgehê de bimîne" hat girtin.

 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin
Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirin didomin: Ji bo girtiyan ava vexwarinê nayê dabînkirin

Girtiyên li Girtîgeha Dumluyê tên ragirtin diyar kirin ku ji bo wan ava vexwarinê nayê dabînkirin û ragihandin ku îtîrazên wan ên ji bo vê yeke jî nehatiye qebûlkirin.

Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê
Têkildarî pirsgirêkên girtiyên jin pêşnûmepirs da Meclisê

Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan, bi daxwaza lêkolînkirina pirsgirêkên girtiyên jin dijîn pêşnûmepirs da Meclisê.