Sîpan Hemo bû Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê
- Rojane
- |
- 10 Adar 2026 17:51
- |
RIHA - Endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Sîpan Hemo, wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat a Komara Sûriyeyê hat wezîfedarkirin.
Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, ji bo wezîfeya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat Sûriyeyê hate wezîfedarkirin. Ev biryar, di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê ya navbera HSDˊê û Hikûmeta Demkî de ji bo entegrasyona saziyan li gorî pêdiviyên qonaxê pêk tê.
Yek ji gavên ku di çarçoveya entegrasyonê de dihat payîn, îro ji aliyê Daîreya Ragihandin û Çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ve hat ragihandin. Li gorî daxuyaniyê, endamê Fermandariya Giştî ya HSD’ê Sîpan Hemo, wek Cîgirê Wezîrê Parastinê yê berpirsiyarê Herêma Rojhilat a Komara Sûriyeyê hate wezîfedarkirin.