NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Iraqê berpirsiyarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê ye û bang li Bexdayê kir ku berpirsiyariyê li xwe bigire.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi beşdariya Fermandariya Hêzên Çekdar ên Herêmê û rayedarên leşkerî, civînekî leşkerî û ewlehiyê pêk anî. Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîriya Herêma Federe ya Kurdistanê ve hat weşandin de hat ragihandin ku di civînê de geşedanên ewlehiyê yên dawî, bandorên şer û gefên metirsîdar ên li ser Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê nabe parçeyek ji şer û pevçûnên herêmî û parastina îstîkrara welat ji her tiştî pêştir e. Herwiha Barzanî diyar kir ku ew rê nadin axa Herêma Kurdistanê bibe çavkaniya êriş û gefan ji bo Komara Îslamî ya Îranê û welatekî din.
Di civînê de êrişên komên ku di çarçoveya qanûnên Iraqê de dixebitib û bi balafirên bêmirov û moşekan êrişî Herêma Kurdistanê dikin û dibin sedema ziyanên canî û malî, hatin şermezarkirin. Di civînê de Hikûmeta Federal a Iraqê wek berpirsiyarê van êrişan hate dîtin û ji hikûmetê hat xwestin ku ji bo rawestandina êrişan, berpirsiyariya xwe ya ji bo dîtin û darizandina sûcdaran bîne cih.
Hate ragihandin ku di civînê de der barê parastina ewlehî û îstîkrara Herêma Kurdistanê de gelek biryar û mijarên girîng hatine nirxandin.