HSD: Sîpan Hemo bi fermî dest bi erka cîgiriya wezîr kir
- Rojane
- |
- 10 Adar 2026 20:17
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSDˊê ragihand ku Endamê Fermandariya Giştî ya HSDˊê Fermandar Sîpan Hemo bi fermî dest bi erka xwe Cîgiriya Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê kiriye.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyand ku Endamê Fermandariya Giştî ya HSDˊê Sîpan Hemo bi fermî dest bi erka Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yê berpirsiyarê herêma Rojhilat kiriye. Ev gav pabendbûna hemû aliyên Sûriyeyê ji bo piştevaniya ewlehî û aramiya herêmê nîşan dide.
Herwiha HSD'ê diyar kir ku ev tayînkirin di çarçoveya bicîhanîna bendên Peymana 29ˊê Çileyê de hatiye kirin û hewldanên hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê, şerê li dijî terorê û hêsankirina ji nû ve avakirin û pêşketina domdar nîşan dide, di heman demê de parastina berjewendiyên hemû Sûriyeyiyan û xurtkirina hevkariya neteweyî di asta fermandariya leşkerî ya bilind de ye.